Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 52:
Serokê serhildanê gundîyek xizan bû ku navê wî [[Hong Xiuquan]] bû. Bi bawerîyek nû derkete holê. Ewî îddîa kir ku ew birayê [[Îsa]] ye û kurê [[Xweda|Xwedê]] ye û ew ji Çînê re hate şandin da ku reform bike. [[Feng Yunshan]], yek ji hevalên nêzîk ên Hong, civatek olî ya bi navê [[Bai Shangdi Hui]] (Yekîtiya Bawermendên Xwedê) damezrand. Hong di sala 1847an de beşdarî Bai Shangdi Hui bû, sê sal şûnda serhildanên wan dest pê kir. 12ê çîl ya 1851an de daxuyand ku wî Keyanîya Aşitiya Mezin ([[Teyinging Tianguo]]) damezrand û sernavê Keyayê Xwedayî (''Tianwang'') hilda.
 
Pêşbazîya "di milkta hevparî"; gelek karker û gundî kişand tevgerê. Propagandeyên li dijî [[Xanedana Qing|xanedana qing]] jî bu sedem ku tevger lî hemû welat belav be. Bi vî rengî, hêzên Taiping, di destpêkê de ji çend hezar mirovên pêk dahat, vegerîya artêşekî ku ji 1 milyon leşkerên gelek bi dîsîplîn û fanatîk pêk tê. Çemê [[Yangtsê]] derbaskirin, ketin [[bakur]]<nowiki/>ê Çînê û artêşê di 10ê adara 1853an de [[Nanjing]] bi dest xist. Bajarê ku navê wî li Tianjin (Paytexta xwedayî) hate guhertin, bû navenda serhildanê. Piştî demekê artêşek hate şandin ku [[Beijing]] bi dest bixe û xanedana Qing hilweşîne.Ev hewîldan têk çû, lê di serhildanê de li Geliyê Yangtze Jorîn, gelek serkeftin hatin bidestxistin.
 
Di vê navberê de, [[serokkomar]]<nowiki/>ê Taiping [[Yang Xiuqing]] hewl da ku hemû hêz bigire destê xwe. Li ser vê yekê, Yang û bi hezaran alîgirên wî hatin kuştin. Gava ku [[Wei Changhui]], yê ku Yang Xiuqing ji holê rakir, gelekî bi hêz bû, Hong ew jî da kuştin. Fermandarekî din yê Taipingê, [[Shi Dakai]], dest bi metirsiya jiyana xwe kir û bi hinek serhidanêran va, ji Hong veqetîya.
 
Serhildanêran xwestin ku [[Şanghay]] bi dest bixin lê bi ser neketin. Ji hêla din ve, xwedanên axên herêmî, ji ber ramanên serhildaran yên tund li dijî [[Konfusyustî]] ,ne nêzî Taipinig bûn, bi serokatiya Zeng Guofan da dest bi damezrandina leşkerên çekdar kirin. Nanjing, ku di sala 1862an de ji hêla van leşkeran ve hate dorpêç kirin, di tîrmeha 1864an de piştî berxwedanek dirêj, ket. Hong Xiuquan ji bajêr nerevî û xwe kuşt. Berxwedanê li deverên cihêreng ên welat heta sala 1868an berdewam kir.