Demar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 21:
== Dirkedemar ==
[[Wêne:Spinalcord ku.png|thumb|Dirkedemar, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin.]]
[[Wêne:Spinal Cord Segments and body representation ku.png|thumb|Di laşê mirov de 31 cot dirkedemar heye.]]
31 cotên dirkedemarê, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Dirkedemar bi yekbûna hezaran tewereyên demarxaneyên livînê û yên hestê çêbûyî ye<ref name="Human anatomy" />. Hemû dirkedemar, ji demarên têkil pêk tên<ref name="Campbell" />. Ango Hemû coten dirkedemarê ligel tewereyên demarexaneyên hestê, tewereyên demarexaneyên livînê jî lixwe digirin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Dirkdemarên ji endamên hestê ragihandin tînin dirkepetikê, wekî demarên hatî ( bi înglîzî: afferent nerve) tên navkirin. Demarexaneyên demara hatî jî,wekî demarexaneyên hatî tên navkirin. Hin ji dirkedemaran demareragihandinên ji DKN diguhazînin masûlke û rijênan, ji van demaran re demarên derketî(bi îngilîzî: efferent nerve) tê gotin. Herwisa xaneyên van demaran jî wekî demarexaneyên derketî tên navkirin. Piraniya demaxedemaran û hemû dirkedemar herdu cure demar, demarên hatî û demarên derketî lixwe digirin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>.Her dirkedemarek bi du rega xwe bi dirkepetikê ve girê dide. Tewereyên demarexaneyên hestê(demarên hatî) ji hêla pîşteregê dikeve dirkepetikê. Laşên demarexaneyên hestê li pişterêgê de kom dibin, kombûna laşê xaneyan dibe sedema çêbûna girêkê, ev girêk wekî girêka pişteregê tê navkirin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology">Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press </ref>. Tewereyên demarexaneyên livînê ji beşa zikeregê ji dirkepetikê derdikevin. Ango beşa piştê ya dirkepetikê pêşwazîya demarên hestê dike, peşa zikê ya dirkepetikê jî cihê derketîna demarên livînê ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.Dirkedemar bi kîjan beşa birrbirreyê ve di nav têkilîyêde be, bi navê wê beşê tê navkirin<ref name="Mader,Biology">Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref> . Ji ber ko birrbirre ji beşên stû, pişt(sing), kêlek, hestiyê sêbendê û kilêceyê pêk tê, dirkedemar ji ji 5 beşan pêk tê. Li gor vê esasê, di laşê mirov de belavbûna 31 cotên dirkedemar û navkirina koma wan bi vî awayî dibe;
Demarên stûyê 8 cot
 
Demarên piştê 12 cot
 
demarên kêlekê 5 cot
 
Demarên sêbendê 5 cot
 
Demarên kilêceyê(kilejî) 1 cot
 
 
 
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}