Cudahiya di navbera guhertoyên "Kurdên Qefqasyayê" de

3033 bayt lê hatin zêdekirin ,  28 gulan
kurteya guherandinê tune ye
'''Kurdên Qefqasyayê''' li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navîn de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in.
 
==Dîrok==
{{Gotara bingehîn|Komara kurdî ya Laçînê}}
{{Gotara bingehîn|Kurdistana Sor}}
 
===Kurdên Azerbaycanê===
{{GotarêBingeh|Kurdên Azerbaycanê}}
Li hikûmeta sovyetan ya Azerbaycanê de di destpêka sala 1921ê de hinek reform ji bo kurdan hatin kirin ku jiyana kurdan baştir bike. Bi vê armancê hikûmeta Azerbaycanê bi qanûnekê ji bajarên [[Laçîn]], [[Qûbadlî]], [[Kelbajar]], [[Zengilî]] herêmeke otonom ava dikin. Navenda herêmê Laçîn bû. Di herêmê de bi navê ''Kurdistana Sovyetê'' rojnameyek dihat derxistin. Li bajarê Şuşayê dibistana mamosteyan hate vekirin. Radyoyeke kurdî hate ava kirin. Perwerdahiya zarokên kurdan bi zimanê dayikê dihate kirin.
 
Di dawiya sala 1929ê de têkiliyên Sovyetan û Tirkiyeyê ber bi awayekê xweş birêve çû. Ev nêzikatiya van dewletan tesîr li ser polîtîkaya nava Sovyetan jî kir. Her wisa bi giştî li kurdan kir ku Tirkiyeyê nedixwast kurd li dewleteke din bibe xwedî statû. Xwedîbûna statû dibe sedem ku kurdên Trkiyeyê jî rabin ser piya.
 
Li sala 1930ê de Kurdistana Sor hate rûxandin. Hemû destkeftiyên kurdan ji dest çûn.
 
Li sala 1938ê de hejmareke mezin ya kurdên Qefqasyayê ji ber sedema ''kêrnehatin''ê ji aliyê Sovyetan sirgûnî komarên [[Asyaya Navîn]] kirin.
 
===Kurdên ermenistanê===
{{GotarêBingeh|Kurdên Ermenistanê}}
Ermenistan ji bo kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya kirîlî berhemên kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya latinî ya kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Li sala 1937ê ev gihîşt 70ê pirtûkan <ref>Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:260</ref>
 
Li sala 1930ê de bi navê [[Riya Teze (rojname)]] rojnamyeke hate weşandin.
 
Li sala 1934ê li Erîvanê yekemîn Konferansa Kurdolojiyê hate lidar xistin.
 
Li sala 1938ê li Elegezê şanoya kurdî hate ava kirin. Her wisa bi navê ''Zare (1926)'' û ''Kurdên Êzdî (1933)'' film hatin çêkirin.
Piştî salên 1938ê hejmareke mezin ya kurdan ji aliyê Sovyetan ve sirgûnî Asyaya Navîn kirin.
 
Li sala 1954ê radyoyay kurdî dîsa serbest bû. Her wisa li sala 1955ê rojnameya Riya Teze dîsa dets bi kar kir.
 
===Kurdên Gurcistanê===
Li sala 1944ê de jî kurdên Gurcistanê ji aliyê sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navîn kirin.
 
==Çand==
*{{Gotara Binêre: [[bingehîn|Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê]]}}
*{{Gotara Binêre: [[bingehîn|Navdarên Kurd ên Qefqasyayê]]}}
 
==Ziman==
{{Gotara bingehîn|Zimanê kurdî}}
 
==Her wisa binêre==
* [[Dîroka Kurdistanê]]
* Binêre: [[Navdarên Kurd ên Qefqasyayê]]
* Binêre: [[Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê]]
 
==Çavkanî==
 
{{Kurd-şitil}}
 
[[Kategorî:Kurdên Qefqasyayê| ]]