Cudahiya di navbera guhertoyên "Şoreşa Barzanî 1943" de

1200 bayt lê hatin zêdekirin ,  28 gulan
kurteya guherandinê tune ye
'''Şoreşa 1943yan''' piştî ku Mela Mistefa Barzanî ji Silêmanî vedigere destpê dike û li sala 1945ê bidawî dibe
 
Nêzî deh salan li Başûrê Kurdistanê bêdengiyek dikeve. Di wan navberan de li Başurê Kurdistanê guherînên sîyasî çêdibin û tevgerên modern ava dibin. Li sala 1939ê de [[Hîwa|Hîwa (rêxistin)]] hate ava kirin. Têkiliyên vê partiyê li gel Mela Mistefa hebûn. Endamên Hîwayê leşkerên pîlebilind bûn ku di artêşa Iraqê de dixebitin. Di wexteke wiha de li sala 1943yê Mela Mistefa Barzanî rûxseta xwe ji Şêx MehmûdEhmed Barzanî dixwaze û ji Silêmanî direve û diçe [[Şino]]yê li cem ewrebayên xwe.Paşî vedigere herêma Barzan. Li Barzan dest bi çalakîyan dike, gelek noqteyên dewleta Iraqê distîne. Alîgirên wî her roja diçe zêde dibin. Hemû Başûrê Kurdistanê dikeve bin tesîra Mela Mistefa. Ji ber vê dewleta Iraqê ditirse ku hemî kurd li dijî wan dest bi serhildanê bikin.
 
Çalakîyên Mela Mistefa hêdî hêdî feydeyên xwe dide kurdan. Li dawîya sala 1943yê hikûmeta Nurî Seîd tê ava kirin. Sê kurd di kabîneya wî de dibin wezîr. Wezîrê dadê Ehmed Muxtar, wezîrê karên navxweyî Omer Nazmî û Mecîd Mistefa. Mecît Mistefa tenê ji bo kar û emelên kurdan mesûl bû. Ev pêngav ji bo kurdan baş bû ku dewletê yekem car bi awayeke fermî kurd wek hevparê dewletê qebûl kirin. Kurd ji ber vê pêngavê gelek memnûn bûn. Her wisa danûstandin hatin kirin û di encamÊencamê de hikûmeta Iraqê daxwazên miletê kurd qebûl kirin.
 
Di dawiya sala 1943yê de di navbera heyetên hikûmeta Iraqê û hêzên Barzanî de danûstandin tên kirin. Şertên heyeta Barzanî ev bûn <ref>Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:250</ref>;
*Ji bo bajarên kurd; Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn û Duhokê divê statûyeke taybet were çêkirin
*Ji bo kabîneya hikûmeta Iraqê ji bo karên herêma kurdan, divê kurdek bixebite
*Ji bo her wezîrekî divê cîgirekê kurd were tayîn kirin
*Zimanê kurdî divê bibe fermî
*Reformên aborî divê li Kurdistanê werin destpê kirin
 
Lê di encama danûstanin herdu alî li ser hindek xalan lihev hatin <ref>Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:250</ref>;
*Axa ji aliyê serhildêran hatiye bidestxistin ji bo serhildêran e
*Ji ber pêvçûnên li Bakurê Iraqê kesên hatine girtin hemû dê werin berdan
*Serhildêran çek û sîlehên bidestxistî dê bihêlin di destê xwe de
*Li Kurdistanê ji bo parvekirina berhemên senayî û xwarinê divê biedaletî werin parve kirin
*Rêvebirina herêma kurdan, dikeve destê kurdan
*Li aliyê perwerdehiyê û çandê, herêma kurdan mafên otonom bidest dixe
 
Li sala 1944ê de dema serokwezîr Nurî Seîd diçe Filistînê bêyî civata wezîran kom dibe û hindek biryaran ecêb dide. Bi dûçûna wan biryaran; divêt Mela Mistefa ji welat derkeve, li herêma Barzan li herderê noqteyên leşkerî werin danîn hwd <ref>Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:452</ref>. Ji ber van pirsgirêkan serokwezîr Nurî Seîd li 3yê xizîrana 1944ê îstîfaya xwe da. Li ser van bûyeran Mela Mistefa û endamên rêxistina Hîwa hevdîtin kirin. Di encamê de biryar hat girtin ku dîplomatekî bişînin [[Rojavayê Kurdistanê]] ji bo danûstandinên li gel [[Xoybûn]] û dîplomatê din jî bişînin [[Rojhilatê Kurdistanê]] ku danûstandinan li gel [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]] bike û hemahengiyekê di nav rêxistinên kurdan de ava bikin <ref>Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:186</ref>
 
Di biharareşemeha 1945ê de Barzanî danûstandinan dewam dike. Li gel hinek efserêm kurd rêxistina [[Meclîsa Azadiyê (rêxistin)]] ava dike.
 
Hikûmeta Iraqê kete bin destê El-Elbacacî (Bacacî) û di encamê de ev peymana kurd û hikûmeta Iraqê red kir. Paşî 8ê gelawêja 1945ê hikûmeta Iraqê biryar da ku şer li dijî hêzên Barzanî destpê bike. 11ê cotmeha 1945ê hêzên Barzanî ber bi sinorên Îranê ve çûn.
 
Di dawîyê de hêzên Barzanî ji Iraqê çûn ber bi Iranê ve. Li wê derê jî di damezrandina [[Komara Kurdistanê]] de roleke mezin lîstin. Piştî têkçûna hereketa Mela Mistefa, Hîwa belav bû. Piştî vê belavbûnê li sala 1945ê de Partiya Komûnîsta Kurd an ku Şoreş hate ava kirin. Ev partî jî dibe bingeha [[Rizgariya Kurd(rêxistin)]]