Payiza dereng (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Husein Muhammed bixwe nivîsand, hem li Mehnameyê weşandiye û hem jî li vir kopî kiriye. Rexneya pirtûkê, bi dîtina min, ne ensîklopedîk e; ensîklopedî rexne nakin!
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 101:
==Encam==
 
''Payiza dereng'' yekem romana birêz Firat Cewerî ye lê gihiştîbûna wê encama dehsalên nivîskariyê ye.
 
Tevî ku nivîserê romanê lehengên xwe dide peyivîn û çîrrokên wan yên hema bêje sade û rojane vedibêje, nivîskar bi rêya bûyer û belayên tên serê Ferdayî dîroka civaka me ya nîv sedsalekê digel guherrînên derveyî û yên hindirrî mejiyê mirovekî – ku xwendevan dikare bi gelek awayan xwe tê re bibîne – radixe ber çavên me.
 
Berevajî gazinên Amed Tigrîsî ku dibêje hemî ''Payiza dereng'' tenê helwesta subjektîv ya lehengê romanê ye, di rastiyê de lehengên romanê bi awayek seyr û sosret rewşê bi objektîvî ji me re radigihînin. Ta carine wisan objektîv in ku êdî baweriya mirovî pê nayê!
 
Rêzdar Cewerî bi vê romanê çêjek xweş ya wêjeyî dide xwendevanên xwe û bi taybetî [[klasîkên rusî]] [[Turgenev]] û [[Dostoyevskî]] tîne bîra min. Lê berî her tiştî ev roman dîmenek pirralî yê xem û xweşiyên civaka me ye.
 
Nivîserê romanê û lehengên wî peyamek heye: her awayê jiyanê bi zimanê kurdî dibe. Kêm berhem wek romana Payiza dereng xweş wê angaşt û îdiayê rast derdixin.
 
==Çavkanî==