Bişavtin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{Bêçavkanî}}
[[File:16001000413824-Jukkasjärvi-Riksantikvarieämbetet.jpg|thumb|Di salên 1930-1950 de gelek zarokên [[sámî]] ji aliyê dewleta Swêdê ve hatine bişavtin. Çand û zimanê van zarokan swêdî bû.]]
[[File:Bilingual road sign in squamish language 1a.jpg|thumb|Lewheyeke hatûçûnê ya duzimanî ya bi zimanê xwecihên [[sqwamîş]] û inglîzî, li [[British Columbia]], [[Keneda]]. Siyaseta pluralîst e û dijrabera siyaseta bişavker e.]]
'''Bişavtin''', '''asîmîlasyon''' anku '''bişavtina çandî û zimanî''', têgihek e ku ji bo saloxdana hevsengî û pêwendiya navbera hindekariyekê (inglîzî: ''minority'') û piraniyekê (inglîzî: ''majority'') li civatê tê bikaranîn. Pêwendiyên di nav komên cuda de dikarin [[pluralîst]] (berfireh, pêwendiyên yeksan) yan [[bişavker]] (astengker, qedexeker) bin. Li [[Kanada|Kenedayê]] siyaseteke zimanî ya pluralîst heye, kargêriya kenedî di navbera îngilîzîaxiv û fransîaxivan de ti cudahî nabîne û hevsengiyeke di nav herdu koman de heye, zimanên dibistanan îngilîzî û fransî ne, hemû etîket û lewhe bi herdu zimanan in; lê belê, li komara Tirkiyê ji ber yekîtiya neteweyî ya komarê, pluralîzma çandî û zimanî qedexe ye û siyaseteke bişavker ji avakirina komara tirkî û pê de bi rê ve dibin. Zimanên wekî kurdî li dibistan û zaningehên dewletî yên Tirkiyê ne zimanê perwerdeyê ye, çend herfên ku ne di alfabeya zimanê tirkî de ne tên qedexekirin, navên gund û bajaran yên ku ne bi tirkî bûn hatine guherandin yan tirkandin. Dewleta tirkî dixwaze ku her kes tirk bin û hebûna hindekariyan napejirîne.