Bişavtin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Bişavtin''', '''asîmîlasyon''' anku '''bişavtina çandî û zimanî''', têgihek e ku ji bo saloxdana pêwendiya navbera hindekariyekê û piraniyekê li civatê tê bikaranîn. Pêwendiyên di nav komên cuda de dikarin [[pluralîst]] (berfireh, pêwendiyên yeksan) yan [[bişavker]] (astengker, qedexeker) bin. Li [[Kanada|Kenedayê]] siyaseteke zimanî ya pluralîst heye, kargêriya kenedî di navbera îngilîzîaxiv û fransîaxivan de ti cudahî nabîne, zimanên dibistanan îngilîzî û fransî ne, hemû etîket û lewhe bi herdu zimanan in; lê belê, li komara Tirkiyê ji ber yekîtiya neteweyî ya komarê, pluralîzma çandî û zimanî qedexe ye û siyaseteke bişavker ji avakirina komara tirkî pê de bi rê ve dibin. Zimanên wekî kurdî li dibistan û zaningehên dewletî yên Tirkiyê ne zimanê perwerdeyê ye, navên gund û bajaran yên ku ne bi tirkî bûn hatine guherandin yan tirkandin.
 
Dema komek xwe li ser komeke din disepîne, pêvajoyeke bişavker dest pê dike. Hêdî hêdî taybetmendiyên koma bişavtî winda dibedibin. Kesên di prosesa bişavker de hêdî bala xwe nade zimanê xwe, statûsa zimanê wan her diçe nizimtir dibe û di dawiyê de, zimanê wan dimire ([[mirina zimên]]) û çanda wan jî winda dibe ([[akulturasyon]]) û çanda wan bi çanda koma bişavker dihelîne (bişavtin).
 
Di civaknasî û zimannasiyê de, kesên ku çand û ziman û hebûna xwe guherandine, kesên bişavtî yan asîmîlekirî tên binavkirin.