Demaxê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 4:
Pir caran ji dewsa demax peyva mejî(bi îngilîzî: ''cerebrum'') tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye. Demax ji çar pişkan pêk tê; mejî, demaxê navê, qedê demax û mejik<ref name="Human biology15ed"/>. Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Lê piraniya xebatê demax ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e<ref name="Modern Biology"/>. Demax ji [[demarexane]], [[xaneyên glîa]] û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire<ref name="Modern Biology"/>.
 
== DestekDestekkirin û parastina demaxê ==
[[Wêne:Blausen_0110_BrainLayers_ku.png|thumb|Perdeyên mejî mejîyê dorpçê dikin û diparêzin.]]
Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne. Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye.