Dilê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 45:
Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhik û zikokên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike <ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al. (1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
</ref> .
Di navbera guhika rastê û zikokê rastê de [[derîçeya sêperrî|derîçeyê sêperrî]] (trîkuspît) heye.
== Gera koronerî ==
[[Wêne:Hdw_heartattack_ku.jpg|thumb|250px|Lûleyên koroneri û krîza dil]]
Çîna navendî ya dîwarê dil myokardiyum (masûlkeya dil) ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji boy lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji boy girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya [[ATP]] (Adenozîna trî fosfat) heye. Xaneyên masûlkeyên dil bi navbeynkariya oksîjenê, [[glukoz]]ê perçe dikin û ATP dest dixin. Ango ji boy peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhik û zikokan de her tim [[xwîn]] heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ku xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet xwînê digihîne dîwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî [[lûleyên koronerî]] tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji boy tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn <ref> The American Heritage® Student Science Dictionary, Second Edition. Copyright © 2014 by Houghton Mifflin Harcourt Publishing Company</ref> . Lûleyên koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê
== Çerxa dillêdanê ==
Rêz 57:
=== Dîastola dil ===
Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û zikokên dil sist e (xav e) ev rewş wekî dîastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike
=== Sîstol û dîastola guhikan ===
Bi girjbûna(sîstol) guhikan, qebareya guhikan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikan bilind dibe. Ji ber [[pestoya xwînê]], xwîn ji guhikan ber bi zikokan ve tê pompekirin. Di vî katê de
=== Sîstola zikokan ===
Rêz 71:
== Sîstema kontrola dillêdanê ==
Dilê mirov bi ahengî lê dide, ango herî pêşî guhik girj dibin, paşê bi girjbûna zikokan guhik xav dibin, dawiya dawîn jî zikok xav dibin. Bi xavbûna zikok û guhikan çerxa dillêdanê diqede û ji nû ve girjbûna guhikan çerxek nû dest pê dike. Her çiqas çerxa dillêdanê biahengî be jî, leza dillêdanê ne sabît e. Di xulekek de hejmara qutana dil wekî leza dillêdanê tê binavkirin. Dilê mirovê gihîştî di demên asayî de di xulekek (deqe) de bi qasî 70 - 75 car lê dide. Lê li gor jiyana rojane leza dillêdanê kêm dibe an jî zêde dibe. Wekî mînak di xewê de an jî dema bêhnvedanê de dilê mirov hêdî lê dide, lê dema mirov karekî giran dike an jî dema stresê de dilê mirov dibe ku di xulekek de 120-130 caran lê bide. Ahenga dillêdanê ji aliyê dil, leza dillêdanê jî ji aliyê sîstema demarî ya xweser ve tên kontrolkirin <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/><ref> BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. p197 ISBN 0-07-866427-6 </ref>.
=== Ahenga dillêdanê ===
[[Wêne:EKG-Herika sînyalên elektrîkê.png|thumb|250px|Herika sînyalên elektrîkê]]
[[Wêne:ECG_principle_slow.gif|thumb|250px|Dil sînyalên ji boy girjbûnê, tena serê xwe dirist dike]]
Dil endam(organ)ek taybet e. Masûlkeyên dil bêhemdê mirov dixebitin. Ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil di bin deshilatdariya mirov de nîn e. Ji ber vî taybetmendiya dil, masûlkeyên dil wekî [[masûlkeyên xwenewîst]] tê binavkirin. Ji boy çalakiya masûlkeyan, pêdivî bi sinyalên elektrîkê heye. Ji xeynî masûlkeyên dil hemû masûlkeyên laş sinyalên elektrîkê ji xaneyên demar yên sîstema demar digirin. Masûlkeyên dil jî bi sînyalên elektrîkê çalak dibin, lê dil sînyalên ji boy girjbûnê tena serê xwe dirist dike <ref name="Villee"/>. Li ser diwarê hundir a
===Leza dillêdanê===
[[Wêne:2032_Automatic_Innervation_ku.jpg|thumb|250px|Sîstema demarî ya xweser leza dil kontrol dike]]
Leza dillêdanê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser (xweyî, otonom) de ye. Sîstema demarî ya xweser ji du beşan pêk tê; [[sîstema sîmpasawî]] û [[sîstema parasîmpasawî]]. Sîstema sîmpasawî li ser leza dillêdanê bandorek erenî dike û hejmara kutana dil zêde dike. Sîstema parasîmpasawî jî hêjmara dilkutanê kêm dike. Sîstema demarî ya xweser raste rast li ser girêka sînoatrî bandor dike, li gor vî bondorê ahenga dillêdanê diguhere. Du cureyên demarên sîstema xweser, di leza dillêdanê û di mêjera pestoya xwînê de çalak in. Yek ji van demaran bi navê [[demara vagus]] tê nasîn. Demara vagus ji mêjî wekî du gurz derdikeve û di nav sing û zik de belavê endamên(organ) wekî dil, made, [[masûlke]], [[kezeb]], [[gurçik]] û [[pişik]]an dibe. Çalakiya demara vagus wekî beşek ji sîstema parasîmpasawî ye. Vagus bi derdena hormona asetîlkolîn (acetylcholine) lêza dillêdanê û pestoya xwînê kêm dike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.Demara duyemîn a sîstema demarî ya xweser, demara dilî ya sîmpasawî ye. Ev demar bi derdana hormonên nefrîn û epînfrîn, lêza lêdana dil zêde dike <ref name="Leland G"/>. Her wisa di nav xwînê de zêdebûna karbona dîoksîd, berzbûna pileya germahiya laş, hêrsdarî(stres) û werzîş hin ji sedemên çalakbûna sîstema sîmpasawî ne.
== Testa Elektrokardiyogram ê==
|