Gotûbêj:Nexweşiya Koronayê 2019-2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{ragihandin|KurdoChali}} silav, tu çawan î? Çavkaniyeke te heye bo navê "Nekovî-19"? --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 09:03, 1 adar 2020 (UTC)
 
Silav keko. Bibore bi derengman bersiva te didim. Çavkanîya min zimanê min e. Covid-19 di zimanê ingilîzî da bi vî awayî hatîye avakirin: Coronavirus Disease 2019. Paşî ji bo kurtkirinê ew bûye Covid-19. Min ji di kurdîyê da got: Nesaxîya Koronavîrûsê ya 2019ê. Paşî bi kurtkirinê ew bû: Nekovî-19.
Dibe ko tu jî mîna gelekan bibêjî Covid-19 êdî bûye peyveka navneteweyî û bila di kurdîyê da jî wekî xwe bimîne. Dibe. Lê bi bîra te diînim ko peyvên mîna AIDSê jî di zimanê fransî da wekî SIDA dihên gotin. Anko wan jî mîna min wergerra peyvê ya bi zimanê fransî ji xwe ra kurt kirine û kurtkirina peyvê ya bi zimanê ingilîzî nepejirandine.
Dîsa silav û rêz. [[Bikarhêner:KurdoChali|KurdoChali]] ([[Gotûbêja bikarhêner:KurdoChali|gotûbêj]]) 10:16, 2 gulan 2020 (UTC)
Vegere rûpela "Nexweşiya Koronayê 2019-2020".