Xanedana Pehlewiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
==Malbata Pehlewiyan==
====Reza Şah Pehlewî====
 
==Dîroka Îrana Pehlewî==
====Reza Şah Pehlewî====
[[Wêne:Reza-shah.jpg|thumb|Reza Şah Pehlewî]]
{{Gotara bingehîn|Reza Şah}}
Line 9 ⟶ 12:
Di desthilata Reza Pehlewî de reformên neteweyî jî dihatin kirin. Bo mînak li sala 1935ê de Ferhengîstan, akademiyeke zimanê Farisî hate vekirin ku armanca wê ew bû ku zimanê farisî ji zimanê erebî û biyanî were paqij kirin ji layê peyvan ve. Lê ev siyaset her çend destpê kiribe jî dewam nekir.
 
====Mihemed Reza Pehlewî====
[[Wêne:Mohammad Pahlavi Coronation (cropped version).jpg|thumb|Mihemed Reza Pehlewî û malbata wî]]
Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Van kuştina li dijî desthilata Îranê pirsgirêkên mezin ava kiribûn. Paşî [[Şerê Cîhanî yê Duyem]] jî destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Dagirkirina Sovyetan bi alikariya Azerbaycana Sovyet re hatiye kirin. Bûrayê [[Heyder Eliyev]]ê serokkomarê kevn yê Azerbaycanê Ezîz Eliyev serokê mîsyona Sovyetan bû ku wê çawan Azerbaycanê Îranê dagir bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:40</ref>. Jixwe ev bûyer ta niha jî tesîrê li têkiliyên Îran û Azerbaycanê dike. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê [[Reza Şah]] ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî [[Muhemmed Reza Pehlewî]] bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû.
Line 23 ⟶ 26:
Her wisa hêza [[Fedaiyên Îslamê]] jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîrokzan [[Ahmed Kesrewî Tebrîzî]] bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin.
 
=====Reforma petrolê û operasyona Ajaxê=====
[[Wêne:Mossadeghmohammad.jpg|thumb|Mihemed Musediq]]
Piştî van bûyeran [[Muhemmed Museddiq]] derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya [[DYA]] û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek [[Operasyon AJax]] tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên hereketên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn.
Line 29 ⟶ 32:
Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê [[Savak]] hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn.
 
=====Şoreşa sipî=====
Li sala 1963yê Şahê Îranê paketeke reformê îlan kir. Bi dûçûna wê paketê ax û zevîyên di bin kontrola mollayên Şîî de xist nav malên dewletê.
 
Line 38 ⟶ 41:
Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola [[Ayetulahê Mezin Şerîetedarî]] gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê [[Ayetula Xumênî]] vegeriya welat. Mixalîfan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan<ref>Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211</ref>. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû:
''Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî''...<ref>Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212</ref>.
 
==Çavkanî==