Ebulqasim Sedir Qazî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
Rêz 32:
Di payîza sala 1941ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên [[Seqiz]], [[Mehabad]], [[Bane]] û [[Bokan]]ê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên rûsî Selîm Atakşîuv û hevalê wî Caferov kurd bû di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin [[Bakû]]yê ji bo hevdîtinên li gel Cafer Baxirov. Jixwe paşî 18ê mijdara 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê mijdarê rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê mijdarê de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn [[Bakû|Bakûyê]] û bi Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin.
 
Piştî têkçûna [[Komara Kurdistanê]] [[Qazî Mihemed]], wezîrê parastinê [[Seyfî Qazî]] û birayê wî [[Ebulqasim Sedir Qazî]] ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ku lê Komara Kurdistanê hatibû îlankirin, di 31ê adara [[1947]]an de hatin dardekirin. <ref>{{Cite book|url=https://www.kurdipedia.org/files/books/2012/64877.PDF?ver=129824261063076282|title=Barzanî Xwe Nade Dest Kesê|last=Tefrîfiîyan|first=Ebulhesen|publisher=Çapxana Hawar|year=2001|isbn=|location=Duhok|pages=93|translator-first=Şewket Şêx Yezdîn|Transkrîpt=Ebdulkerîm Findî}}</ref>
 
== Herwisa binêre ==