Karantînakirina Hubeiyê 2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
berdewan dikim
(Cudahî nîne)

Guhartoya 08:51, 16 nîsan 2020

2020 Tecrîda Wuhan , Dî 23 Çile 2020-an da Komara Gel a Çînê biryar da ku lî bajarê Wuhan ya parêzgeha Hubei tecrîdê pek bîne da ku 2019-nCoV (COVID-19) bê kontrol kirin. Ev bûyer bi gelemperî di çapemeniyê de wekî "Tecrîda Wuhan" (bi (çînî: 武汉 封 城) hate binavkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê dî 23 Çile 2020-an da ji bo pêşîgirtina li belavbûna coronavirus (Wuhan coronavirus, puumonia Wuhan, COVID-19) ku di sala 2019-an da derkete holê, li bajêr dorgirtin/tecrîd pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. Nexweşxane di nava hefteyekê de li bajêr hatine çêkirin û aborîya bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê derman û maske belav kir, û piraniya welata, welatiyên xwe ji bajar vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmî de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna COVID-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhan hatin tecrîd kirin û tîmên tenduristî ber bi herêmê ve hatin rêve kirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.

Bajar di 8ê Avrêl 2020-an da ji tecrîdê hate derxistin.


Tecrîd

Di nîvê kanûna 2019 an da, komeleyek mirovan, ku piraniya wan têkiliyek bi Sûkê Firotina Huanan Seafood li Wuhan re hebû, ji sedemek nenas a pneumonia nexweş ketin. Zanyarên Çînê piştre ev pneumonia bi cirkonavirusek nû ya bi navê 2019-nCoV girêdan.

Di 10 Çile 2020 an da, yekem bûyera mirinê û 41 enfeksiyonên klînîkî ku ji ber coronavirusê nû ve hatine piştrast kirin hatin ragihandin.

Heya 22 Çile 2020'a koronavirusê nû li bajarên mezin û parêzgehên Çînê belav bû. 571 bûyerên piştrast û 17 mirina hatine ragihandin. Di nav de Hong Kong, Macau, Taywan, Taylenda, Japon, Koreya Başûr, Singapûr, DYA û Kanada jî tê da, bûyerên pejirandî li herêm û welatên din hatine ragihandin.

Di 23 Çile 2020-an da, demjimêr 02:00-a da, rayedaran, niştecîhên Wuhan agahdarkir ku hemî veguhastina giştî, di nav de otobus, rêwîtî, firîn û karûbarên rêwîtiyê heye, ji 10-ê sibehê ve bêne rawestandin.

Balafirgeha Wuhan, îstasyona trêna Wuhan û metro ya Wuhan bi tevahî hate girtin. Di heman demêda derketina ji bajêr hate qedexekirin. Agahî bu sedema koçberiyê ji Wuhan. Tê texmîn kirin ku 300,000 kes tenê bi trenê ji Wuhan (beriya tecrîda demjimara 10-ê sibehê) derketiye. Piştî nîvro roja 23'ê Çile, rayedaran dest bi girtina hîn rê yên sereke yên Wuhan kirin. Qedexe du roj berî festîvala herî giring a welat, Sala Nû A Çînê, dest pê kir.

Piştra li bajarên Huanggang û Ezhou jî ,ku cîranên Wuhan'in, veguhaztina giştî hat sekinandin. Ji 24-ê Çile pê da , li bajarên Hubei , li Huangshi, Chibi, Jingzhou, Yichang, Xiaogan, Jingmen, Zhijiang, Qianjiang, Xiantao, Xianning, Dangyang û Enshi qedexeyên rêwîtiyê hate ragihandin. Hêjmara kesên ku ji vê qedexeyê bandor bûne gîşte 40 mîlyonî.