Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 109:
===Ebdûyî===
{{Gotara bingehîn|Kelûn Abdû}}
 
== Dîroka zimanê kurdî ==
[[Wêne:Kurden.jpg|thumb|321px|right|Belavbûna zimanê kurdî li Rojhilata navîn û Sovyeta kevin]]
[[Wêne:Kurdistan perce.jpg|thumb|321px|right|Nexşeya erdan a Kurd]]
Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelên [[Sovyet]]a berê ([[Ermenistan]], [[Azerbaycan]], [[Nûhciwan]] û [[Gurcistan]]) [[Îran]], [[Îraq]], [[Tirkiye]] û [[Sûriyê]] de dijîn. Ji xeynî Îraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletan [[tirkî]] (Tirkiye), [[erebî]] (Sûrî) û [[farisî]] (Îran) e. Li Îraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.
 
Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiusa li Ermenistan, [[Pakistan]], [[Efxanistan]], [[Hindistan]], Urdun, Filistîn, Misir û Lubnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Taran, Bexda, Şam, Enqere, Stenbol, Konya û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn.
 
Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka Awistralyayê jî dijîn.
 
Zimanê tirkî ji malbata zimanê [[ûral-altay]], erebî ji ya [[semîtîk]] (samî) û farisî jî, ji ya [[hind-ewropî]] ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne<ref>Philip Baldi, ''An introduction to the Indo-European languages'', SIU Press, rûpelê 13., 1999.</ref><ref>[https://global.britannica.com/topic/Indo-Iranian-languages Britannica - Indo-Iranian Languages]</ref>. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya [[fars]] hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiya [[Tirkiye]]yê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.
 
=== Berî zayînê ===
Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. Gotina Gilgamiş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo minak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tûfane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin<ref>Abdusamet Yigit, ''Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd''</ref>.
 
Kurd, gelekî dêrin ê herêma ([[Mezopotamya|Mezopotamyayê]]) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev pirtûkçe ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev pirtûkçe dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin. [[Alfabe|Alfabeyên]] ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan [[xetên|xet]] [[aramî]], [[suryanî]] û [[grekî]] jî bi kar anîne.
 
=== Zimanê kurdî di dema Şadadî û Merwaniyan de ===
Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, [[Ewliya Çelebî]] di berhema xwe ya navdar ‘[[Seyahatname]]yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike<ref>Martin Van Bruinessen, ''Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan''.</ref><ref>M.V.Bruinessen & H.Boeschoten, ''Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname'', Brill Archive, 1988.</ref>. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha, [[Şemsettin Sami]], di pirtûka xwe ya bi navê Kamus’ül Alâm de û [[Ziya Gökalp]] jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê "Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler" de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û [[Kurdistan]], ku di gelek belgeyên fermî yên [[osmanî]] û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.
 
Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî [[matematîk]], [[mentiq]], [[gramer]], [[fiqih]] û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.<ref>Mehmed Uzun, ''Kürt Edebiyatına Giriş'', Ithaki Publishing, r.36, 1992.</ref> Ev [[medrese]] piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenê [[xweserî]] zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.
 
=== Ji sedsala 20an heta îro ===
Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.
 
Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimanzan xwe gihîştandine.
Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimanzanên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimanzanê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.
 
Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimanzanên [[Ewropî]] jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşîna [[Mele Mistefa Barzanî]] bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimanzan hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ên [[Asyaya Navîn]] dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek "Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye" daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.
 
=== Derheqê standardbûna zimanê kurdî ===
 
Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiştîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e.
 
==== Konferansa Zimanê Kurdî ====
{{Gotara bingehîn|Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî}}
Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana herî fireh û nûjên '''Konferansa Zimanê Kurdî''' ye.
 
Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve wê her sal pêk bê. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdolog li Amedê civiyan.
 
“Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” 3-5 roj didome. Di van rojan de panelên cuda pêk hatin. Digel bidawîbûna her konferansê encamnameyek ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tê weşandin.
 
== Alfabeyên kurdî ==