Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 275:
|-
|}
 
== Alfabeyên kurdî ==
{{Gotara bingehîn|Alfabeyên kurdî}}
[[Wêne:Ur Bau tablet AO261 mp3h9041.jpg|thumb|Tabletek antîk bi nivîsa mix]]
 
Di zimanê hemû gel û neteweyên [[misilman]] de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê [[latînî]] tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê [[mizgeft|mizgeftê]] û [[Quran|Quranê]] erebî û yê dêrê jî [[latînî]] ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.
 
Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:
 
* [[Alfabeya kurdên êzîdî]]: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji 31 tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re ''Alfabeya Sirê'' (ango, bi erebî ''Huruful el-Sır'') jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan [[Mishefa Reş]] û [[Cilwe]] bi vê alfabeyê hatine nivîsandin {{Çavk}}.
* [[Alfabeya kurdî ya erebî]] <ref name="Mehmed Uzun 1992">Mehmed Uzun, ''Kürt Edebiyatına Giriş'', Ithaki Publishing, r.38, 1992.</ref>.
* [[Alfabeya kurdî ya latînî]] <ref name="Mehmed Uzun 1992"/>.
* [[Alfabeya kurdî ya kîrîlî]] <ref>Mehmed Uzun, Aslı Tohumcu, ''Küllerinden doğan dil ve roman'', Ithaki Publishing, r.298, 2005.</ref>.
 
Ji bilî van alfabeyan, li [[Herêma Zêwê]] ya [[Rojhilatê Kurdistan]]ê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê [[med]]an e {{Çavk}}. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.
 
==== Nîmûneyên alfabeyên kurdî ====
<gallery>
Wêne:Kurmancî latînî.jpg|Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên latînî
Wêne:Kurmancî erebî.jpg|Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên erebî
Wêne:Kurmancî kîrîlî.jpg|Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên kîrîlî
Wêne:Soranî latînî.jpg|Ev helbesta [[Evdila Peşêw]] bi soranî û tîpên latînî ye
Wêne:Soranî erebî 2.jpg|Kurdî (zaravayê soranî), bi tîpên erebî
</gallery>
 
== Rêzimana kurdî ==