Sema Yüce: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 45:
'''Çalakiya wê''', Sema Yüce piştî 6 salan li girtîgehê dimîne, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê, di sala 1998’an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stenbolê, di 17’ê Hezîranê de bi çirûska agirê bedena xwe tev li karvanên şehîdên azadiyê dibe.<ref>{{Cite web|url=https://e-rojname.com/bs-jin/50395/|title=Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv {{!}} {{!}} E-Rojname|date=2019-06-17|language=en-US|access-date=2020-04-11}}</ref>
==Peyamên Sema Yuce==
'''NameyaPeyama jibo gelê cîhanê'''; Em ji pêvajoyeke bi heybet a dîrokî re şahidiyê dikin. Gelekî ku em navê wan nizanin xwe ji xweliya xwe diafirîn. Divê hûn jî xwe tev li vê destana bêhempa ya afirandinê bikin.  Divê hûn li welatên xwe vî şerê qirêj şermezar bikin û nehêlin dewleta we piştgiriya vî şerî bike. Divê hûn biratiya xwe ya bi gelên Kurdistanê re ragihînin û ew şewqa rojê ya ku li Kurdistanê hiltê welatên xwe jî ronî bikin… Heke hûn vê qîrîna ku li ser vê axê bilind dibe nabihîzin, divê hûn mirovatiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin. Hûnê bibînin ku yê winda dike tenê ne kurd, mirovahî ye jî.
 
Hûn di wê medyaya ku we wek ahtepotekê dorpêç kiriye de jî binêrin, hûnê ew bombeyên di bedenên zarokên ku bûne Newroz de diteqin û copên ku li hêviyên wan dikevin bibînin. Ew nêzîkatiya xwe ya ku hûn nirx û qîmeta ku didin çivîkê li mala xwe û ew sûcê ku li dijî mirovahiyê pêk tê bînin pêşberî hev û bipirsin;  ji bo me mirov tê çi wateyê?  Bêyî hûn ji samîmiyetê birevin û rûpoşa emperyalîzmê bikarbînin, heke hûn bibersivînin, wê gavê dema hevdîtina meşa mezin a mirovahiyê nêzîk e.