Cudahiya di navbera guhertoyên "Felsefe" de

5 bayt hatine jêbirin ,  7 nîsan
kurteya guherandinê tune ye
Etîket: Guherandina mobîl Guherandina malpera mobîl Advanced mobile edit
 
'''Felsefe''' an '''fîlozofî''' an jî '''retkok''', wekî [[zanist]]eke bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Di kurdî de "hiziratî" ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.
 
Koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji ''philia'', anku “hez”, hezkirin” û ''sophia'', anku “pirzan”, “zanatî” pêk hatiye û li “philosophia” ango felsefeyê dageriyaye. Îcar ji kesê ku bi kurahî li ser felsefeyê hûr dibe re jî philosophos “feylesof” tê gotin. 'Philosophos' (feylesof), tê wateya kesê/a ku li ser bastûra heyberan lêkolîn û dahûrandinê dike. Li gora çavkaniyên dîrokî, kesê ku cara yekem ev gotin bikaranî ye feylesofê navdar [[HerakleîdesHeraklîdes]] e.
 
[[Fîlozof]] an jî [[feylesof]] kesê ku bi felsefê re mijûl dibe û dixwaze [[raman|ramanên]] felsefê pêşve bibe ye.
Felsefe, kartêkeriya ramanê ya pêkanîna derencamên rexeneyî, yên gelşên hebûn û wateyê ye. Ango lêgerîna nêzîkdayinên [[zanist|zanistî]] û [[zanyarî|zanyariyê]] ye. Felsefe, bi çanda [[Yewnanî]] ya kevnar re derketiye holê. Di dîroka mirovahiyê de ew her gav wekî destpêka zanîn û şarezahiyê hatiye dîtin û pejirandin.
11.004

guherandin