Demaxê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Brain Anatomy (Sagittal) ku.png|thumb|Mejî pişka herî gir ê demaxê ye.]]
'''Mejî''', '''mêjî'''<ref> Farqini Z. (2007) Ferhenga Kurdî Tirkî .Enstîtuya Kurdi ya Stembolê </ref>, '''mejû'''<ref> Sadallah S, (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selahedîn weşanên avesta Stembol. ISBN: 975-7112-85-2 </ref>, '''mêşik'''<ref> Gul bijêrî Wişe.Ferhengî Inglîzî – Kurdî. Emîn Karîm 2012. </ref>, (bi îngilîzî: ''cerebrum'', ''telencephalon'') beşa herî gir e di [[Demax|demaxê]] mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e.
 
== Erk û pêkhateya mejî ==
Rêz 12:
Nîvê çepê mejiyê bi gelemperî bi hunera axivînê, hunera analîtîkê, û matematîkê ve mijûl dibe. Li piraniya mirovan de nîvê çepê mejiyê li ser nîvê rastê serdest e<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>.
 
Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Tenê req (bi îngilîzî: ''corpus callosum'') ji gurzek tewereyên demarexanayan pêk tê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. Tenê req di navbera herdu nîvên mejî de ragihandinragihandinê saz dike.
 
== Pilên mejiyê ==
Rêz 30:
== Tûkila mejî ==
[[Wêne:Beşên tûkila livînê ku.png|thumb|Beşên livînê kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyen peyker dike.]]
Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewirgewr lixwe digire. Ev beşa gewirgewr wekî tûkil tê navkirin. [[Tewere|Tewereyên]] demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne<ref name="Human biology" />. Li tûkila mejî de 100 bîlyonê(mîlyar) zêdetir laşê demarexaneyan heye<ref name="Human biology" />. %80yê mejiyê mirov ji tûkila mejî( bi îngilîzî: ''cerebral cortex'') pêk tê<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Tûkila mejiyê mirov gellek werpêçik( lozdar) e. Werpêçikî ango qurmiçînî rê dide mejî ko bi rûyek fireh, li cihek teng de cih bibe<ref name="Campbell" />.
 
=== Erkê tûkila mejî ===
Rêz 54:
== Madeyê spî ==
 
Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin<ref name="Campbell"/>. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gûrzekgurzkî li ba hev dirêj dibin<ref name="VILLEE"/>.
 
=== Erkê madeyê spî ===
Rêz 66:
== Navikên bingehîn ==
 
Di nav madeyê spî yên nîvên mejî de li hin cihan madeyê gewirgewr heye. Van pêkhateyên gewirgewr wekî navikên bingehîn ( bi îngilîzî: ''basal nuclei)'' tên navkirin<ref name="Human biology"/>. Navikên bingehîn, Ji boy girjkirin an jî xavkirina masûlkeyên guncav, fermanên livînê , tekûzkarî dike. Bi tekûzkariye rêkxistina livîna masûlkeyan tê piştraskirin. Heke hin ji demarexaneyên navikên bingehîn têk bişke, bimire, li mirov de nexweşiya parkinson peyda dibe<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>.
 
== Çavkanî ==