Nûr Elî Îlahî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 18:17, 14 adar 2007

Ostad Elahi Fezylezof û îcatkerê tembûra modern û hunermendek kurd e.

Feylezofê Kurd Ostad Elahi, lawê kurdekî derwêş e(Hacî Nemat) û di 11 Îlona 1895-an de li gundê Ceyhunabad yê Rojihalatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piraniya jiyana xwe, ligel malbata xwe li bajarên wek Kermanşah û Sinê yên Rojihalatê Kurdistanê borandiye. Xususiyetek Ostad Elahi jî heye ku heta dawiya jiyana xwe, qet di konserek û civakêk de muzîka xwe pêşkêş nekiriye. Wî hertim, muzîka xwe di civakek teng ku ji nas û dostan pêkhatiye de pêşkêş kiriye.

Feylezofê Kurd Ostad Elahi, hê di zaroktiya xwe de hînê tembûrvaniyê dibe û li gor agahiyan, tembûrvanî şopekî malbatî ya malbata Ostad Elahi ye. Lê, Ostad Elahi vê tembûrvaniya malbatî nûjen dike û bi teknîkek nûjenî, deh bêçiyên herdû destên xwe jî bikar tîne. Muzika wî, bi melodiyên mîstîk e û helbestên wî jî, ji şopa kevnare tên.

Feylezofê Kurd Ostad Elahi, di zaroktiya xwe de bi dîsîplînek ruhanî perwede dibe û ligel perwerdeyiya klasîk dersên olî jî werdigre. Elahi, di 24 saliya xwe de ji malbatê vediqete û diçe li Tahranê kolêja dadgêriyê dixweyne û di sala 1933-an de kolêja dadgêriyê xilas dike û wek dadgêr dest bi kar dike. Elahi, ligel dadgêriyê wexta xwe ya herî mezin ji muzîk, fesefe û teolojiyê re vediqetîne. Elahi, piştî ku teqawud dibe, di şaxên zanyariya olî û otantîk de du berhemên girîng derdixe.

Di nav berhemên Ostad Elahi de şîroveya Kuranê ku bi zimanê Kurdî hatiye kirin û herweya şîîrên wî ku ji aliyê malbat û dostên wî ve hatine berhekirin jî, hene. Herweha, berhemek wî ya bi navê “[[Gotinên Rastiyê]” heye ku ji gotin, fikir û ramanên wî pêk tê.

Hunera Feylezofê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Ostad Elahi ku bi tembûrê îcat kiribû, ji aliyê Saziya Çand, Zanyarî û Perwerdeyî ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) ve, wek mîrata çandî ya dinyayê hat qebûlkirin û girt binê parastinê.

Li Fransayê bi navê “Wexfa Ostad Elahi” wexfek jî heye ku di sala 2000î de ji aliyê Behram Elahi ve hatiye avakirin. Di sala 1995-an de bi egera sedsaliya ji dayikbûna Ostad Elahi, ji aliyê UNESCO, Wezareta Çandî ya Faransayê û Zankoya Sorbonnê ve sempozyumek mazin jî hatibû lidarxistin. Herweha hunera Elahi ya muzikê, ji aliyê UNESCOyê ve bû xwediyê patentek taybet û li ser hat nivîsandin ku “ev, nayê dizîn û nayê texlîtkirin” Piştî vê sempozyuma li Fransyê, li gellek Zankoyên Emerîka û ewrûpayê jî¸ sedsaliya ji dayikbûna Ostad Elahi, hat pîrozkirin.