Jean-Paul Sartre: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 1:
[[Wêne:Jean-Paul Sartre FP.JPG|thumb|Jean-Paul Sartre]]
'''Jean-Paul Sartre''' (z. [[21ê Pûşperê]] 1905, Parîs - m. [[15ê Avrêlê]] [[1980]]) [[nivîskar]] û [[fîlozof|fîlozofekî]] bi nav û deng ê [[fransî]] ye. Di [[21ê pûşperê]] ya sala [[1905]]an da li [[Parîs|Parîsê]] ji dayîk bû. Bavê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî jidayîkbûna [[Jean-Paul Sartre|Sartreyî]] li [[Hindûçîn]]ê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj dawîyê şemalka jîyana wî vemirand. Bi vî rengî toza sêwîtîyê li ser ser û çavên wî rûnişt. Ew li mala bapîr(bavê dayîka)ê xwe, ku navê wî Şarl Swaitzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. Dema jiyê wî bû yazde salî, dayîka wî careka din şû kir û wî jî ji neçarî li gel dayîka xwe bo bajarê Laroşlê cihê xwe veguhast. Li wir, [[Jean-Paul Sartre|Sartreyî]] xwendina xwe ya amadeyî bi dûmahîk anî û piştî borîna sê salan vegerîya [[Parîs]]ê. Li sala 1924an, li Zanîngeha Parîsê mijûlî xwendina felsefeyê bû û li sala 1939an bawernameya doktoraya felsefeyê bi dest xwe ve anî. Piştî bidawîhatina xwendinê; li Lohawir, Laon û paştirê jî li Parîsê, mijûlî wanegotina qonaxa amadeyîyê bû û berhemên mîna Aşopkirin“Aşopkirin”(1936), Dilrabûn“Dilrabûn”(1939), [[Dîwar (pirtûk)|Dîwar]](1939) û Teorîya“Teorîya HestanHestan” dane weşanê.
Kurteçîroka wî ya bi navê [[Dîwar (pirtûk)|Dîwar]]ê zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. Berhema wî ya bi navê "Dilrabûn"ê, wek navdartirîn çîroka salê hate nasîn. Di wê demê da Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Vî şerî gelek pirsgirêkên hizirî ji bo Sartreyî dane xuyakirin. Destpêkê, ji bo xizmetkirinê li Rêveberîya Keşnasîya Artêşê hat daxwazkirin, piştî borîna demeka kurt, hevdem li gel pêşveçûna serkeftina elmanîyan ya havîna 1940î, wek dîl(êxsîr) hate desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razî kirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wî yê nedirust radestî frensîyan bikin. Piştî vegera xwe ya bo Parîsê, gihîşte rêzên Tevgera Bergirîya Niştîmanî ya Fransayê. Li sala 1943yan, dema ku di Tevgera Bergiryê de, li gel desteyeka dîtra hizirvanan ku çalak bûn, her weha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. Şanonameya xwe ya ewil hevdem li gel wan rojan bi navê Mêş“Mêş” nivîsî. Sehm(tirs)a wî ji dagirkirina [[nazî]]yan, azarên gelê Fransayê û metirsîyên bi egera pişikdarbûna li Tevgera Bergirîyê, ew di bîr û boçûnên xwe de li ser rêwiştê mirovatîyê û azadîya hilbijartinê pirbawertir dikir. Li sala 1944an, şanonameya wî ya duyemîn ya bi navê Derê“Derê GirtîGirtî”, piştî rizgarbûna Fransayê ji dagirkirina nazîyan, li Parîsê hat weşandin. Li sala 1946an jimareya yekem a Kovara“Kovara Serdema Nû” weşand. Sartre, di navbera salên 1944-1948an de, serkeftî bû di weşana sê bergên ji romanên xwe yên bihevregirêdayî ya bi navê Rêyên“Rêyên AzadîyêAzadîyê” ku ji çar bergan pêk dihat. Li sala 1946an, şanonameya Toga“Toga HurmetkarHurmetkar”, sala paştir Cih“Cih”, Wêje“Wêje Çi ye?, Baudelaire“Baudelaire” û Der“Der barê PirsaKêşeya Cihûyan dede”, nivîsîn. Di sala 1948an da, şanonameya Mirîyên“Mirîyên BêgorBêgor”, Veşartin“Veşartin” û her weha pirtûka felsefî ya bi navê Egzîstansiyalîzm“Egzîstansiyalîzm û Resenayetîya MirovîMirovî”, şanonameyên bi navê Destên“Destên Lewitî û Şeytan“Şeytan û YezdanYezdan” ew berhem in yên ku Sartreyî ta berî salên pêncîyan nivîsandin. Li sala 1951ê Jana“Jana PîrozPîroz”, li sala paştir jî Kîn“Kîn”, ku wergirtinek (îqtîbas) bû ji berhemên [[Alexander Dumas]]î, ya ji şanonameya “Nikrasof”“Nekrasov” li sala 195ê?, Goşegîrên“Goşegîrên AltonayêAltonayê” li sala 1959an, Rojnivîska Şerekî Seyr ku encama sefera wî ya bo welatê [[Kuba]]yê ya li salên destpêka [[Şoreşa Kubayê]] bû. Jean-Paul Sartre di [[15ê avrêlê]] ya sala [[1980]]an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
 
== Pirtûkên Sartreyî ==