Jean-Paul Sartre: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
Kurteçîroka wî ya bi navê [[Dîwar (pirtûk)|Dîwar]]ê zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. Berhema wî ya bi navê "Dilrabûn"ê, wek navdartirîn çîroka salê hate nasîn. Di wê demê da Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Vî şerî gelek pirsgirêkên hizirî ji bo Sartreyî dane xuyakirin. Destpêkê, ji bo xizmetkirinê li Rêveberîya Keşnasîya Artêşê hat daxwazkirin, piştî borîna demeka kurt, hevdem li gel pêşveçûna serkeftina elmanîyan ya havîna 1940î, wek dîl(êxsîr) hate desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razî kirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wî yê nedirust radestî frensîyan bikin. Piştî vegera xwe ya bo Parîsê, gihîşte rêzên Tevgera Bergirîya Niştîmanî ya Fransayê. Li sala 1943yan, dema ku di Tevgera Bergiryê de, li gel desteyeka dîtra hizirvanan ku çalak bûn, her weha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. Şanonameya xwe ya ewil hevdem li gel wan rojan bi navê Mêş nivîsî. Sehm(tirs)a wî ji dagirkirina [[nazî]]yan, azarên gelê Fransayê û metirsîyên bi egera pişikdarbûna li Tevgera Bergirîyê, ew di bîr û boçûnên xwe de li ser rêwiştê mirovatîyê û azadîya hilbijartinê pirbawertir dikir. Li sala 1944an, şanonameya wî ya duyemîn ya bi navê Derê Girtî, piştî rizgarbûna Fransayê ji dagirkirina nazîyan, li Parîsê hat weşandin. Li sala 1946an jimareya yekem a Kovara Serdema Nû weşand. Sartre, di navbera salên 1944-1948an de, serkeftî bû di weşana sê bergên ji romanên xwe yên bihevregirêdayî ya bi navê Rêyên Azadîyê ku ji çar bergan pêk dihat. Li sala 1946an, şanonameya Toga Hurmetkar, sala paştir Cih, Wêje Çi ye?, Baudelaire û Der barê Pirsa Cihûyan de, nivîsîn. Di sala 1948an da, şanonameya Mirîyên Bêgor, Veşartin û her weha pirtûka felsefî ya bi navê Egzîstansiyalîzm û Resenayetîya Mirovî, şanonameyên bi navê Destên Lewitî û Şeytan û Yezdan ew berhem in yên ku Sartreyî ta berî salên pêncîyan nivîsandin. Li sala 1951ê Jana Pîroz, li sala paştir jî Kîn, ku wergirtinek (îqtîbas) bû ji berhemên [[Alexander Dumas]]î, ya ji şanonameya “Nikrasof” li sala 195ê, Goşegîrên Altonayê li sala 1959an, Rojnivîska Şerekî Seyr ku encama sefera wî ya bo welatê [[Kuba]]yê ya li salên destpêka [[Şoreşa Kubayê]] bû. Jean-Paul Sartre di [[15ê avrêlê]] ya sala [[1980]]an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
 
== Pirtûkên SartreîSartreyî ==
* ''La Nausée (1938)''(Madxelîn)
* ''Le Mur (1939) (Dîwar)