Muhemmed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 93.131.110.129 (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Xwedêda
Etîket: Vegerandin
Rêz 1:
{{Ev gotar|li ser Muhemmed pêxember(s.a.w) e. Ji bo wateyên din a "Muhemmed(s.a.w)", li [[Muhemmed(s.a.w) (cudakirin)]] binihêre.}}
{{Infobox jînenîgarî
| nav = Muhemmed(s.a.w)<br/>{{ziman|ar|محمد}}
| navê rastî = Muhemmed bîn Ebdullah bin Ebdulmuttelîb bin Ebdulmenaf bin Haşîm <br/>{{Ziman|ar|محمد بن عبد الله بن عبد المطلب بن عبد مناف بن هاشم}}
| bernavk = Ehmed, Mistefa, Mehmûd<br> Muhemmedê Emîn(s.a.w)
| wêne = [[Wêne:Mohammad SAV.svg|200px]]
| wêne sernav = Nave Muhemmed(s.a.w) bi nivîsandina zimanê erebî
| şanenav = {{ziman|ar|محمد بن عبد الله}}<br/>(Muhemmedê Kurrê Ebdullah(s.a.w))
| roja jidayikbûnê = 20 Nîsan 571
| cihê jidayikbûnê = [[Mekke]] ([[Erebistana Siyûdî]])
Rêz 24:
| malper =
}}
{{Muhemmed(s.a.w)}}
'''Muhemmed(s.a.w)'''<ref>Ebdulhadî Botî, Pêxemberê Ummetê Hz. Muhemmed, Weşanxaneya Nûbihar, ISBN 9786055402075</ref><ref>Mele Muhemmed Berkevanî, Wergera Qur'ana Piroz Bi Zimane Kurdî</ref>, '''Mihemed(s.a.w)''' <ref>https://zimannas.files.wordpress.com/2015/07/quran.pdf</ref>, '''Muhemmed bin Ebdullah(s.a.w)''' an ''' Muhemmed pêxember(s.a.w)'''<ref>http://nubihar.com/book/137-pexembere-ummete-hz-muhemmed</ref><ref>Murad Celali, Hz. Muhemmed Jiyana Pexembere Me, ISBN 9944360913</ref> ({{bi-ar|محمد بن عبد الله بن عبد المطلب بن عبد مناف بن هاشم القريشي|Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin Hashim bin Abd Manaf al-Qurayshi}}), Di sala 570'î de li bajarê [[Meke]]yê hatiye dinê û di sala 632'an de li [[Medîne]]yê çûye ser heqiya xwe, Li gorê bawermendên [[misilman]] Muhemmed(s.a.w) pêxemberê [[Xwedê]] ye û [[pêxember]]ê dawîn e.<ref>http://www.britannica.com/EBchecked/topic/396226/Muhammad</ref><ref>http://www.muhammedmustafa.net/tr/altsayfavecdiakyuz.php?sayfa=yazilar/vecdiakyuz/ummi</ref>
 
== Jiyana Muhemmed Pêxember(s.a.w) ==
=== Zarokatî ===
 
Muhemmed(s.a.w) li bajarê [[Meke]]yê li [[Erebistana Siyûdî]] ê di sala [[Fîl]]î de li dû mirina bavê xwe hatiye dinê. Navê bavê wî [[Ebdullah bin Ebdulmutelib|Ebdullah]] û navê diya wî jî [[Amîne]] ye. Muhemmed(s.a.w) ji malbata [[Haşimî]] û ji eşira [[Qureyş (eşîr)|qureyşiyan]] e. Di şeş saliya xwe de diya wî Emîne dimire û Muhemmed(s.a.w) diçe ba bapîrê xwe [[Ebdulmutelib bin Haşîm|Ebdulmutelib]]. Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Muhemmed(s.a.w) diçe mala apê xwe [[Ebû Talib bin Ebdulmutelib|Ebû Talib]] û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortaniya xwe de Muhemmed(s.a.w) ji bo eşîra xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Muhemmed(s.a.w) bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mirovan ji wî re "Muhemmedê Emîn" (bi erebî: ''Mûhemmed'ul Emîn'') digotin. Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mirov dikare jê bawer bike, dilsoz".<ref>Îbn-î Îshaq, Siyerê Nebî</ref>
 
=== Xortanî û destpêka pêxemberiyê ===
 
Di sala 595'an da Muhemmed(s.a.w) bi jinikeke bî û dewlemend bi nav [[Xetice bint Xuweylid|Xetice]] re ya ku 40 salî pê re zewicî. Xetice yek ji [[misilman|misilmanên]] yekemîn e û di sala 606-an de keçek bi nav [[Fatime]] ji wan re dibe. Heta ku Xedîce dijiya pêxember Muhemmed(s.a.w) bi qet jinekî din re nezewiciye.
 
Dema Muhemmed(s.a.w) nêzikî 40 saliya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vê yekê ji gelê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekê de li ser çiyayê Hirayê li nêzikî Mekeyê derbaz dike. Bi rojan di wî [[Şikefta Hirayê]] de dimine û li ser jiyana mirovan mijûl dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekeyîyan pûtperest bûn. Di 40 saliya xwe de, li çiyayê Hirayê, [[Peyxam|wehiya]] yekemîn jê re hat. Wehî ji ayetên pêşîn ên sûreya bi nav "Îqre" (Bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta firişte [[Cibrayîl]] hatibû şandin. Cibrayîll milê wî girt û got: “''Bixwîne''!”, ewî got: “''Ez çi bixwînim''?”. Cibraîl cardin pirsî, û Muhemmed(s.a.w) cardin ji serfirişteyê bihiştê re got: “''Ez çi bixwînim''?”. Piştî sê caran Cibraîl got: “''Bi navê Xwedê yê ku merivî ji perçeke ‘’xwînê’’ çêdike, bixwîne''!” (bi erebî: ''Îqre’ bismi Rabbik-allazî xalaq, xalaqal insane min ‘alaq''). Li ser vê bûyerê Muhemmed(s.a.w) bi heyecaneke mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Xetîceyê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Xetîceyê re bûyera ku hatibû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatibûn şandin xwend. Êdî ji hevalên xwe [[Ebû Bekir]], [[Elî]] û [[Zeyd]] re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn misilman.<ref>http://www.enfal.de/itarih06.htm</ref>
 
Muhemmed(s.a.w) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wehî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê(s.a.w) dîsa li şikeftê de bû wehiya duyemîn hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gelê Mekeyê xwest ku pê bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Muhemmed(s.a.w) û bi wî yariyê xwe kirin. Lê ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî(s.a.w) serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsiyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here.
Li bin îşkenceyan jî, Muhemmed(s.a.w) pêxember dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistanê.
 
Bûyereke mezin ku yê li ser Muhemmed(s.a.w) tê gotin jî Şeva Pîroz a [[Îsra û Mîrac|Mîrac]] e. Di vê şevê de Muhemmed(s.a.w) bi alîkariya Xwedê ji bajarê Mekeyê çûye bajarê [[Qudis]]ê mizgefta bi navê [[Mescîda Eqsa]] û li wê derê jî bi tev firişteyan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Muhemmed(s.a.w) bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekeyê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Muhemmed(s.a.w) çû [[Taîf]]ê û li wê derê pêxemberiya xwe eşkere kir. Lê ta’ifiyan bi bin bandora serokên Mekeyê heqeret li wî(s.a.w) kirin û ji bajarê xwe derxistin.<ref>Îbn Hîşam, II, 60; Taberî, II, 425; Îbn Seyyidinnas (1992 n.), I,231.</ref>
 
=== Koçkirin ([[Hîcret]]) ===
 
Êdî Muhemmed(s.a.w) biryar da ku bi hemû misilmanan koç bike here bajarê [[Medîne]]yê, wê demê navê bajêr Yesrib (bi erebî: ''Yathrib'') bû. Dema Muhemmed(s.a.w) çû wir êdî ji bajar re gotin Bajarê Pêxember(s.a.w) (bi erebî: ''Madinat an-Nabi''). Ew nav li Yesribê ma û navê wê bû Medîne (“Bajar”). Ji ber vî yekî bi çend serokên eşîrên Medîneyê, yên misilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eşîra Qureyş fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku ola [[Îslam]]ê li bajarên din belav û xurt nebe, biryar dan ku Muhemmed(s.a.w) bikujin. Lêbelê Muhemmed(s.a.w) ev plana wan bihîst û bi hevalêtev heval û apê xwe Ebû Bekir(r.a), ji bajarê Mekeyê derket. Herdu bi hev re sê rojan di şikefta bi nav [[Şikefta Sewrê]] de xwe veşartin û roja 20'ê îlona sala [[622]]'an gihîştin nêzikê Medîneyê gundê [[Quba]]yê. Li vê derê Muhemmed(s.a.w) bi tev hevalên xwe yên ji bajarê Medîneyê yekemîn [[mizgeft]]a ola Îslamê ya bi navê [[Mescîda Teqwa]] (bi erebî: ''Masjid at-Taqwa'') çêkir.<ref>Doç. Dr. İbrahim Sarıçam, İlk Dönem İslam Tarihi r. 94-95 </ref>
 
=== Jêdera Muhemmed(s.a.w) ===
 
[[Wêne:Muhammad familytree2.png|390x390px|thumb|Bav û kalên Mihemed]]
 
Muhemmed(s.a.w) pêxemberê bi koka xwe xwe digîhîje [[Îbrahîm]] pêxember(a.s).<ref>[[Belazûrî]], Ensabu’l-Eşraf, c.1, r.12</ref>
 
== Dema Medîneyê ==
Rêz 57:
Yesrib (Medîne) ewdem di civateke ji Mekeyê cûdatir bû. Eşirên "Ews" û "Xezrec" di şerr de bûn û li wir çend malbatên [[cihû]]yan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Benû Qeynuqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hicreyê bibûn misilman jî hebûn. Ji van re digotin “alîkar” (bi erebî: ''ansar''). Di dawiyê de jî misilmanên Mekeyê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medîneyê, “muhacîr”.
 
Berî her tiştî Pêxember(s.a.w) eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medîneyê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate misilmanan “[[umet]]” û civata cihûyan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cihûyekî dewlemend ket destê misilmanan û hemû cihû ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî û xîyanetê bi misilmanan dikirin.
 
Muhemmed(s.a.w) sê caran bi pûtperestên (muşrikên) Mekeyê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li [[Bedr]]ê cengek qewîn çêbû. Misilman serketin û hemû qenîmeta muşrikan ket destê wan. Di şerrê [[Uhud]]ê de misilman wendakirinperîşan bûn, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Muhemmed(s.a.w) li sere çîyaçiya cîhkiribû û ji wan re gotibû: “Çi dibe bila bibe, ji cihên xwe neleqin”, dîtin ku wa misilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li misilmanan xistin. Misilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û şehîd ket, wek Hemze(r.a). Diranê Muhemmed(s.a.w) jî di şerr de şikest. Cengeke din jî li Medîneyê çêbû.
Muşrik ji Mekeyê bi rê ketin û hatin Medîneyê. Muhemmed(s.a.w) ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha şerekî girîng çê ne bû û muşrik ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Misilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medîneyê teqîb kirin.
 
Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Muhemmed(s.a.w) umeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekeyê Kabeyê [[tewaf]] kin, “[[umre]]”. Li Hudeybiyeyê, gundekî nêzîkê Mekeyê muşrikan rê li wan girtin. Pêxember Muhemmed(s.a.w) nexwest şerr çêbe û bi serokên qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û misilmanan qebûl kirin:
 
* Ji bo 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
Rêz 70:
* Sala peymanê kes ji Medîneyê naçe Mekeyê, li di salên dû re misilmanê bikaribin biçin Mekeyê ji bo hec û umre.
 
Dema salên peymanê Muhemmed(s.a.w) çû Mekeyê leşkerên bi hêz wek [[Xalid ibn Welîd]](r.a) û [[Emr bin Es]](r.a) û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekeyê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Muhemmed(s.a.w) bajarê Mekeyê bê şerr ji muşrikan stand. Muhemmed(s.a.w) pûtên Kebeyê bi destê xwe hilşand.
 
Bi kesên derdorê Mekeyê re cengek çêbû. Di wê cengê de misilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.
 
Di sala 632'an de Muhemmed(s.a.w) ziyareta dawî li Mekeyê kir. Li wir di xutbeya (bang) xwe ya dawî de ji umeta Îslamê re nesîhet kir. Got:
{{Jêgirtin|"Misilman birayê misilman e, Li hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin. Nijadperestiyê nakin, Muheqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse."}}
 
Ewsal çû ber rehma Xwedê.
 
== Navên cudayî yên Muhemmed pêxember(s.a.w) ==
 
Di nav [[misilman]]an de Pêxember Muhemmed(s.a.w) zêdeyî du sed navên wî hene. Çend ji wan ev in: Evîndarê Xwedê (bi erebî: ''Habib Allah''), Pêxember (''an-Nabi''), Bavê Qasim (''Abu’l-Qasim''), Giyanê Heqê (''Rûh al-Haqq'') û gelekên din. Bi erebî, bi navê Mihemed(s.a.w) ve mirov pir caran gotina “sellallahu ‘eleyhî we sellem” jî dike.
 
Misilman dema qala Muhemmed(s.a.w) pêxember dikin ji bo ku rêzgiramiyê û hurmet dibêjindibejin ''Hezretî Muhemmed'' (Hz. Muhemmed) û selewat li ser tînin.
 
Herwiha navên wî yên din ''Ehmed'', ''Mehmûd'' bi navê ''Muhemmed'' ra hevreh in û bi manaya "yê ku pesnê wî hatiye dayîn" in. Navekî din jî ''Mistefa'' ye.