Muhemmed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
Rêz 57:
Yesrib (Medîne) ewdem di civateke ji Mekeyê cûdatir bû. Eşirên "Ews" û "Xezrec" di şerr de bûn û li wir çend malbatên [[cihû]]yan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû Qureyze û Benû Qeynuqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hicreyê bibûn misilman jî hebûn. Ji van re digotin “alîkar” (bi erebî: ''ansar''). Di dawiyê de jî misilmanên Mekeyê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medîneyê, “muhacîr”.
 
Berî her tiştî Pêxember(s.a.w) eşîrên di şerr de li hev anî. Di peymana Medîneyê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate misilmanan “[[umet]]” û civata cihûyan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cihûyekî dewlemend ket destê misilmanan û hemû cihû ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew neyartî û xîyanetê bi misilmanan dikirin.
 
Muhemmed(s.a.w) sê caran bi pûtperestên (muşrikên) Mekeyê re ceng kir. Nêzîkê calên avê, li [[Bedr]]ê cengek qewîn çêbû. Misilman serketin û hemû qenîmeta muşrikan ket destê wan. Di şerrê [[Uhud]]ê de misilman perîşan bûnwendakirin, ji ber ku ew leşkerên bi tîrkeban ku Muhemmed(s.a.w) li sere çiyaçîya cîhkiribû û ji wan re gotibû: “Çi dibe bila bibe, ji cihên xwe neleqin”, dîtin ku wa misilman serdikevin, cîhên xwe berdan û ber dan leşkerên muşrikan. Lê leşkerên sîwarî muşrikan yên xwe veşarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi pişt ve li misilmanan xistin. Misilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û şehîd ket, wek Hemze(r.a). Diranê Muhemmed(s.a.w) jî di şerr de şikest. Cengeke din jî li Medîneyê çêbû.
Muşrik ji Mekeyê bi rê ketin û hatin Medîneyê. Muhemmed(s.a.w) ferman da û got bile li dora bajêr çelên kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha şerekî girîng çê ne bû û muşrik ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn. Misilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medîneyê teqîb kirin.
 
Piştî van cengan, 6 salan piştî hicreyê Muhemmed(s.a.w) umeta xwe komkir û ketin rê ku biçin Mekeyê Kabeyê [[tewaf]] kin, “[[umre]]”. Li Hudeybiyeyê, gundekî nêzîkê Mekeyê muşrikan rê li wan girtin. Pêxember Muhemmed(s.a.w) nexwest şerr çêbe û bi serokên qureyşiyan peymanek damezirand. Herwiha qureyşiyan pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û misilmanan qebûl kirin:
 
* Ji bo 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
Rêz 70:
* Sala peymanê kes ji Medîneyê naçe Mekeyê, li di salên dû re misilmanê bikaribin biçin Mekeyê ji bo hec û umre.
 
Dema salên peymanê Muhemmed(s.a.w) çû Mekeyê leşkerên bi hêz wek [[Xalid ibn Welîd]](r.a) û [[Emr bin Es]](r.a) û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya rast. Di riya standina Mekeyê de êdî tiştek ne mabû. Du sal pişt peymanê Muhemmed(s.a.w) bajarê Mekeyê bê şerr ji muşrikan stand. Muhemmed(s.a.w) pûtên Kebeyê bi destê xwe hilşand.
 
Bi kesên derdorê Mekeyê re cengek çêbû. Di wê cengê de misilman bi dijwariyê serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweşandin.
 
Di sala 632'an de Muhemmed(s.a.w) ziyareta dawî li Mekeyê kir. Li wir di xutbeya (bang) xwe ya dawî de ji umeta Îslamê re nesîhet kir. Got:
{{Jêgirtin|"Misilman birayê misilman e, Li hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin. Nijadperestiyê nakin, Muheqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse."}}