Muhemmed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
Rêz 34:
=== Xortanî û destpêka pêxemberiyê ===
 
Di sala 595'an da Muhemmed(s.a.w) bi jinikeke bî û dewlemend bi nav [[Xetice bint Xuweylid|Xetice]] re ya ku 40 salî pê re zewicî. Xetice yek ji [[misilman|misilmanên]] yekemîn e û di sala 606-an de keçek bi nav [[Fatime]] ji wan re dibe. Heta ku Xedîce dijiya pêxember Muhemmed(s.a.w) bi qet jinekî din re nezewiciye.
 
Dema Muhemmed(s.a.w) nêzikî 40 saliya xwe dibe, di jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vê yekê ji gelê xwe vediqete û pirraniya dema xwe hundirê şikeftekê de li ser çiyayê Hirayê li nêzikî Mekeyê derbaz dike. Bi rojan di wî [[Şikefta Hirayê]] de dimine û li ser jiyana mirovan mijûl dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekeyîyan pûtperest bûn. Di 40 saliya xwe de, li çiyayê Hirayê, [[Peyxam|wehiya]] yekemîn jê re hat. Wehî ji ayetên pêşîn ên sûreya bi nav "Îqre" (Bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê da bi wesayîta firişte [[Cibrayîl]] hatibû şandin. Cibrayîll milê wî girt û got: “''Bixwîne''!”, ewî got: “''Ez çi bixwînim''?”. Cibraîl cardin pirsî, û Muhemmed(s.a.w) cardin ji serfirişteyê bihiştê re got: “''Ez çi bixwînim''?”. Piştî sê caran Cibraîl got: “''Bi navê Xwedê yê ku merivî ji perçeke ‘’xwînê’’ çêdike, bixwîne''!” (bi erebî: ''Îqre’ bismi Rabbik-allazî xalaq, xalaqal insane min ‘alaq''). Li ser vê bûyerê Muhemmed(s.a.w) bi heyecaneke mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Xetîceyê xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Xetîceyê re bûyera ku hatibû serê wî got û ayetên ku ji wî re hatibûn şandin xwend. Êdî ji hevalên xwe [[Ebû Bekir]], [[Elî]] û [[Zeyd]] re jî pêxemberiya xwe eşkere kir û hemû bûn misilman.<ref>http://www.enfal.de/itarih06.htm</ref>
 
Muhemmed(s.a.w) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wehî ji wî re nehatin. Piştî sê salan gava pêxemberê Xwedê(s.a.w) dîsa li şikeftê de bû wehiya duyemîn hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eşkere kir û ji gelê Mekeyê xwest ku pê bawer bikin. Di pêşiyê de serokên eşîra Qureyşê guhê xwe nedan gotinên Muhemmed(s.a.w) û bi wî yariyê xwe kirin. Lê ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi roj belav û xurt dibû. Li ser vî(s.a.w) serokên Qureyşê ji bo xwe ketin telaşê û dest bi îşkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsiyan ku hêzên polîtîkê û bazirganiyê ji dest wan here.
Li bin îşkenceyan jî, Muhemmed(s.a.w) pêxember dest ji doza xwe nekişand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin herin Hebeşistanê.
 
Bûyereke mezin ku yê li ser Muhemmed(s.a.w) tê gotin jî Şeva Pîroz a [[Îsra û Mîrac|Mîrac]] e. Di vê şevê de Muhemmed(s.a.w) bi alîkariya Xwedê ji bajarê Mekeyê çûye bajarê [[Qudis]]ê mizgefta bi navê [[Mescîda Eqsa]] û li wê derê jî bi tev firişteyan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eşîra Qureyş Muhemmed(s.a.w) bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî mayîna Pêxember li bajarê Mekeyê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve. Bi vî avayî Muhemmed(s.a.w) çû [[Taîf]]ê û li wê derê pêxemberiya xwe eşkere kir. Lê ta’ifiyan bi bin bandora serokên Mekeyê heqeret li wî(s.a.w) kirin û ji bajarê xwe derxistin.<ref>Îbn Hîşam, II, 60; Taberî, II, 425; Îbn Seyyidinnas (1992 n.), I,231.</ref>
 
=== Koçkirin ([[Hîcret]]) ===