Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min girêdana lêkolînekê ya li ser navê Kobaniyê lê zêde kir.
B Guherandina 2A02:8108:3F3F:F87A:3C75:9778:194F:1D6 (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Men2050
Rêz 28:
== Navê ''Kobanî'' ==
 
Kobanî li dû ketina Dewleta Osmanî, li dawiya [[şerê cîhanî yê yekem]] ji aliyê fransiyan ve li ser rûbareke di navbera gundê [[Kaniya Ereban]] (di kutûgên Osmaniyan de: ''Arabpinar''{{Çavk}}) û gundê [[Kaniya Murşid]] de hat şênkirin. Kurmancên herêmê navê ku fransiyan destpêkê li vê şûnê kiribûn "Companie" (ligor nivîsa kurmancî: ''Kompanî'') li gorligor zimanê xwe wergerandin ''Kobanî''{{Çavk}}. Raman Ehmed jî, di lêkonlîneke xwe ya li ser navê Kobaniyê di, vê yekê piştrast dike <ref>https://zimannas.wordpress.com/2020/03/12/kobani-yan-kobane/</ref> . Pêş 60 salan, kesên şênkirina wê dîtibûn, dîroka şênkirina bajêr dizanibûn. Lewma navê ''Kobanî'' di arşîvên Osmaniyan de tune. Navê erebî ''Eyn el-Ereb'' ji navê ''Arabpinar'' hatiye, yanê wergera navê kurdî "Kaniya Ereban" e. Ligor nivîskarê kurd [[Şahîn Soreklî]]{{çavk}} ji hinek kesên ji herêmê, herêma ew bi xwe lê ji dayik bûye, bihîstiye, navê "Kaniya Ereban" li wê şûna li ser rûbarê, îroj rojhilatê Kobaniyê, hatibû kirin, çimkî havînê koçerên ereb pezê xwe lê av didan. Ta pêş destpêkirina raperîna sûrî, erebên ji berriya di navbera [[Reqa]]yê û Kobaniyê de havînan pirêzeyên (erdên) kurdan li dû paleyê ji wan dikirîn û pezê xwe lê diçêrandin. Payîzê dîsa li warên xwe vedigeriyan.
 
== Xaknîgarî ==