Cegerxwîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 23:
Cegerxwîn di 1903an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê. Navê wî ew e: Şêxmûsê kurê Hesenê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî.
11 bira û xwişkên wî hebûn. Birayê wî Xelîl e û xwişka wî Asya ye. Yên din çûne ber dilovaniyê Xwedê<ref>[[Derwêşê Xalib]], ''Kurtejînenîgariya Cegerwîn'', di [[Kovara W]], [[rezber]]-[[kewçêr]] 2009 de, Weşana [[Enstîtûya Kurdî ya Amedê]]</ref>.
Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di jiyê 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda kirine. Bavê wî Hesen (m. 1918) bû, diya wî jî Eyşan (m. 1919). Di salên 1918 û 1920an de di [[Rêhesin|riya hesinhesinî]] de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe [[deştê Diyarbekirê]] ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê[[medrese]]yê. Di 1924an de Cegerwxîn dibe [[welatparêz]].
 
Di sala 1927an de ew vegeriya [[Tilşiyîr]]ê ([[Tilşihîr]]ê), bi keça xalê xwe [[Kehla Selîm]] re dizewice û dû re li [[Amûdê]] bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe [[seyda]] û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê [[Hazda Jorîn]]. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan ([[Êlek]] û [[Cehenem]], [[Rojavayê Kurdistanê]]) ava dike.
Rêz 29:
Di 1934an de komeleya [[Ciwankurd]] saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve [[Xoybûn]]ê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin [[Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê]]. Damizirînerê civatê [[Ehmed Nafiz]] e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo<ref>[[Mehmed Uzun]] (1995). Antolojiya edebiyata kurdî, 1. Tümzamanlaryayıncılık, Stembol.</ref>
 
Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe [[komûnîst]] û endamê [[Partiya Komûnîst a Sûriyê]]. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin.
 
Di 1950î de ew dikeve [[Civata Aştîxwazên Sûriyê]] û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê[[berbijêr]]ê perlamana Sûriyê.
 
Di 1957an de Cegerxwîn ji [[Partiya Komûnîst]] dûr dikeve û [[rêxistina Azadî]] saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi [[Partiya Demokrat a Kurdî]] dibin yek.
 
1959-1962 partî wî dişîne [[Başûrê Kurdistanê]], li Bexdayê[[Bexda]]yê di zanîngehan de hînî kurdî dike. Ew sê salan li wir dimîne. Di 1962an de ew vedigere [[Rojavayê Kurdistanê]]. Ew dîsa tê girtin.
 
Li 1963ê ew dîsa tê girtin û dikeve [[girtîgeha Mezê]] ya [[Şam]]ê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlokê[[Qamişlo]]kê.
 
Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya [[Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê]]. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreşê nêzîkî salekê dimîne.
 
Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê[[Libnan]]ê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê “Kî me ez?” û ya “Salar û Mîdya” çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.
 
Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê [[Swêd]]ê, li bajarê [[Uppsala]]yê dijiya{{Çavk}}. Ew di [[22ê çiriya pêşîn]] a 1984an li Swêdê dimire. Dû re ew li Qamişlokê hate veşartin<ref>[[Davut Özalp]] (2004?). Jînenîgarî, têkoşîn û berhemdariya Cegerxwîn. Weşanên M, Stembol.</ref>.