Nexweşiya Koronayê 2019-2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{Bêçavkanî}}
'''Covid-19''', '''koronavîrûs 2019''', '''korona 2019''', '''vîrûsa korona 2019''' yan jî '''vayrosa korona 2019''', [[nesaxî|nesaxiyeka]] [[vîrûs|vîrûsî]] ye ko bi sedema [[hewdan|hewdana]] bi vîrûsa [[SARS-CoV-2|SAR-CoV-2ê]] peyda dibe. Ev nesaxî sedema peydabûna [[pejîk|pejîkekê]] li sala 2019ê ye ko ji welatê [[Çîn]]ê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 30 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrûs bi rengekê serekî [[koendama pişiyê]] tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ko ji koendama pişiyê ya kesên nesax derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrûsê heta peydabûna nîşanên nesaxiyê dikare 2 heta 14 roj derbaz bibin.
 
Ev nesaxî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrûsê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ko ji [[çekçekûl|çekçekûlan]] derbazî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê [[mûrîxwer|mûrîxweran]] dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrûsa şîyana wê heye ko ji mirovekî derbazî yê dî bûbe û tirsa wê heye ko ji pejîkeka xwecihî bibe [[panpejî|panpejîkeka]] cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrûsê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.