Komkujiya Helebceyê 1988: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 5:
[[Wêne:Halabjamonumentet - har.JPG|thumb|Yadgeha qurbanên bombeyên kîmyawî li Helebceyê]]
 
'''Komkujiya Helebceyê''' bûyerekî di [[16'ê adarê|16'ê Adara]] [[1988]]'an de çêbû, dema ku balafirên şerên artêşa [[Iraq]]ê [[bombeyên kîmyewî]] li ser bajarê [[Helebçe]]yê barandine. Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê qasî 3200-5000 şêniyên [[kurd]] mirine û bi 10 hezaran jî brîndarbirîndar bunbûn. Wek kurdan û rayagiştî bi navê "enfal" jî tê bi navandin. Enfal navê komkujiyekî li [[Başûrê Kurdistanê]] ji aliyê sazûmaniya [[Baas]] ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya ''Enfalê'' digire.
 
Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan [[Remezan Ozturk]] piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola '''komkujiya Helebceyê'''. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Rêz 13:
Li gorî daneyên [[Neteweyên Yekbûyî]], ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya [[penceşêr]]ê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên [[qiriq]], [[kezeb]], [[poz]] û [[çav]]an ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
 
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz [[Sedam Huseyn]] û [[Elî Hesen EbdelmecîdEbdulmecîd]] ê bi navê kodê "[[Eliyê Kîmyawî]]" bûn. Herdu hatine girtin û hikûmeta Îraqê siza darvekirinê li ser wan sepand. Sedam Huseyn di 30'ê kanûna biçûk a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 25'ê kanûna mezin a 2010'an de hat daleqandin.
 
==Dîrok==