Xaneyên glîa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Glial_cells_ku.png|thumb|307x307px|Xaneyên glîal alikariya demarexaneyan dikin.]]
'''Xaneyên glîal''', '''demareglîal''' an jî '''glîa''' (bi îngilîzî: ''glial cells'', ''neuroglial'', ''glîaglia'' )<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref> xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan.
 
Di zimanê yewnanî de, ji boy zelîqokê peyva “glia” tê bikaranîn<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Xaneyên glîal jî mîna zelîoqok di navbera [[Demarexane|demarexaneyan]] de cih digirin. Xaneyên glîal ji demarexaneyan hûriktir in, [[tewere]] û [[Dendrît|dendrîtên]] wan tune ye. Loma xaneyên glîal ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin<ref> Fields, R. D., Araque, A., Johansen-Berg, H., Lim, S. S., Lynch, G., Nave, K. A., Nedergaard, M., Perez, R., Sejnowski, T., & Wake, H. (2014). Glial biology in learning and cognition. The Neuroscientist : a review journal bringing neurobiology, neurology and psychiatry, 20(5), 426–431. https://doi.org/10.1177/1073858413504465 </ref>. Hin ji xaneyên glîal, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîal ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine(ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Xaneyên glîal li ser demarexaneyan, li hawirdor û navbera demarexaneyan de, an jî li ser mûlûleyên xwînê de hebûna xwe didominin. Di [[Mejiyê mirov|mejiyê]] mirov de hêjmara [[Xane|xaneyên]] glîal ji ya demarexaneyan 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Biology" />. Heke xaneyên glîal erkê xwe cih neynin, nexweşiyên metirsdar rû dide. Wekî mînak; sedema piraniya [[Şêrpence|şêrpenceyên]] mejî ji ber bazdana(mutasyon) xaneyên glîal e<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Demarexane nikarin dabeş bibin, lê xaneyên glîal heta dawiya jiyana mirov dikarin dabeş bibin û hêjmara xwe zêde bikin<ref name="Anatomy and physiology" />. Tewere û dendrîtên xaneyên glîal tune, lê dîsa jî hem di navbera xaneyên glîal de hem jî di navbera xaneyên glîal û demarexaneyan de alûgorkirina ragihandinan rû dide<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>.
Rêz 22:
Şeş cureyê xaneyên glîal heye. Ji vana çar heb di [[demarekoendama navend]] de, du heb jî di [[demarekoendama çêwe]] de cih digirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
== '''Xaneyên glîal ên demarekoendama navendê''' ==
[[Wêne:Blausen_0870_TypesofNeuroglia_ku.png|thumb|324x324px|xaneyên glîal şeş cure ye.]]
 
=== '''Xaneyên astrosît (stêrkexane)''' ===
Di zimanê yewnanî de ji boy sterkan peyva astron tê bikaranîn<ref>astro-. (n.d.) Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014. (1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014). Retrieved February 27 2020 from https://www.thefreedictionary.com/astro-</ref>. Ji ber ko şêweyê van xaneyan dişibe stêrkan, navê astrosît ango stêrkexane lê kirine. Ji laşê stêrkexaneyan gellek niçik dirêj dibin ber bi derve, lê vana ne dendrît û ne jî tewere ne. Stêrkexane bi van niçikan, bi demarexaneyan, [[Mûlûleya xwînê|mûlûleyên xwînê]] û bi [[Besreşane|besreşaneyê]] ve alûgorkirina ragîhandinan dike. Stêrkexane palpiştî û alîkariya demarexaneyên li demarekoendama navendê dike. Xestiya madeyên nav şileya navbera demarexaneyan rêk dixe. Demarexaneyan bi xurekên nav [[Xwîn|xwînê]] xwedî dike. Demareguhêzeran ji hawirê dûr dixe. Rê li ber hin madeyên jehrî yên nav xwînê digire, nahêle derbasê mejiyê bibin. Rêberiya demarexaneyên nû dike, ji boy cih bûna wan di nav mejî de. Stêrkexane xestiya potasyuma derveyê xaneyê rêk dixe, bi vî awayê di [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyan]] de guhaztina [[erkê kar]] ji demarexanek bo demarexaneya din ve tê rêkxistin.
 
=== '''Xaneyên olîgodendrosîd''' ===
peyva “oligo” ji boy çend, hinek, hindek tê bikaranîn. (oligo- = “hindek”; dendro- = “liq”; -cyte = “xane”)<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Xaneyên ko bi çend(hinek) dendrîdî ne wekî olîgodendrosît tê navkirin. Ji laşê xaneyê hindek niçik dirêjê derve dibin. Her yek ji van niçikan xwe digihînin tewereyekî û rûyê derveyê tewewreyê dipêçînin. Bi vî awayê bergê maylînî çê dibe. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendê ji hev cihê dikin, da ko erkê kar li tewereyê bi şeweyê elektrîkî, leztir û hêsantir bêne guhaztin<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Dibe ko xaneyêk olîgodendrosît ne yek lê zêdetir bergê maylînî dirûst bike li ser tewereyek an jî pirtir tewereyan.
 
=== '''Xaneyên mîkroglîal''' ===
Xaneya herî hûrik û bi hêjmara herî kêm a xaneyên glîalê ye<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Loma navê mîkroglîal lê kirine. Wekî xaneya [[Hellûşîn|hellûşênera gewre]] (bi îngilîzî: macrophage cell)kar dike. Ango hokarên nexweşiyê dadiqurtîne û tune dike<ref name="VILLEE" />. Herwisa xaneyên ziyangirtî jî ji aliyê xaneyên mîkroglîal ve tenê têkşikestin û ji hawirdorê tên dûrxistin<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>.
 
=== '''Xaneyên ependîmal''' ===
Xaneyên ependîmal, xwînê parzûn dikin, ji xwînê hin made û şilemênî digrin ji boy çêkirina şileya mejî . Xaneyên ependîmal xaneyên kûlkdar in<ref name="VILLEE" />.
 
== '''Xaneyên glîal ên demarekoendama çêwe''' ==
 
=== '''Xaneyên peykê (peykxane)''' ===
Xaneyên peykê wekî mîna peyka derdora dinyayê, laşê demarexaneyan dorpêç dikin, loma vê navê lê kirine<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Xaneya peykê, xaneyek pahn e, bê niçik e. Peykexane palpişta demarexaneyên demarekoendama çêweyê dikin, wan xwedî dikin,
 
=== '''Xaneyên Schwann''' ===
Xaneyên Schwan tewereyên demarexaneyan bi bergê maylînî dipêçînin<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref> . Berevajî xaneyên olîgodendrosîdê, her yek ji xaneyên Schwann tenê beşek tewereyê dipêçinin. Ango tewereya demarexaneyek ji yekî zêdetir xaneyên Schwann li ser xwe digire.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
 
<references />
[[Kategorî:Biyolojî]]