Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
→‎Zimanê kurdî: Rêziman sererast kir
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana Androidê
Rêz 56:
Kurmanciya bakur ([[kurmancî]]) û kurmanciya başûr ([[soranî]]) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
 
Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li [[Tirkiye|Tirkiyê]] dijîn. Ji bilî çend deverên mîna [[Anatoliyaya Navîn]] û [[Qerejdax]]ê, ku [[şêxbizinî]] lê dijîn. Ev jî devoka soranîKelhûrî ye, ko li bajêrê krmanşan û îlamê bi heman devokê di Axvin. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr « behdînî » û li rojhilat jî « şikakî » tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, « kurmanciya xwarû », « soranî » tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî « kirdkî », « kirmanckî », « dimilî », « dêrsimkî », « sobê » hwd. têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê « goranî » tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.
<ref name="Mehmed Uzun 1992">Mehmed Uzun, ''Kürt Edebiyatına Giriş'', Ithaki Publishing, r.38, 1992.</ref>
<ref name="Mûrad Ciwan 1992">Mûrad Ciwan, ''Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi)'', Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn,