Erkê kar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 17:
 
== Vegeriyana cemsergiriyê ==
Her ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeya xaneyê ji -55mV diguhere, heta +40 mV. Cemsergeriya demarexaneyê di bargeya +40mV de bi tevahî hildiweşe. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Di heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî vedibin. Ji ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de zêde ye, iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnî dibin. Bi derketina iyonên potasyumê, bargeya hundirê xaneyê cardin ber bi negativê diguhere. Belavbûniya potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeya xaneyê ji cemsergeriya asayî ya -70mV kêmtir dibe. Bi vî awayê dawî li erkê kar tê, lê xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake. Gava asta bargeya nav xaneyê gihîşt +40mV, cogên sodyumê tên girtin û heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin, loma xane di vê demê de nikare ji hawirdorê kartêkir werbigire<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Vê dema xaneyê, wekî ‫maweya nehêlanî‬ (bi îngilîzî: ''refractory period'') tê bi navkirin.<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>
 
== Pompeya sodyum-potasyumê ==
Pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê<ref name="visualizing-human-biology" />. Pompeya sodyum- potasyumê ji boy alûgorkirina iyonan enerjiya ATP xerc dike. Ango Sodyum û potasyum bi veguhaztina çalak di parzûna [[Demarexane|demarexaneyê]] de tên alûgorkirin<ref name="Human Biology." />.Pompeya sodyum -potasyume her carêk sê iyonên sodyumê der dixe derveyî parzûnê, di heman demê de ji derveyî parzûnê du iyonên potasyumê digire nav xaneyê<ref name="visualizing-human-biology" />. Bi çalakiya pompeyên sodyum -potasyumê rêjeya iyonên sodyum û potasyumê li herdu aliyê parzûna demarexaneyê de digihîje asta asayî ya erkê bêhnvedanê. Ji vî gavê şûn de êdî xane amade yê ji boy wergirtina kartêkirek nû.
 
== Çavkanî ==