Îbrahîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva qebûlkirin peyva pejirandin nivîsand.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 5:
Dibêjin tevî ku gelê wî hemû putperest bû, Hz. Îbrahim di emrê xwe da tu caran ji putekî ra perestî nekirîye. Wî ji yek xuda yê ra bawer dikir. Di [[Quran]]a pîroz da di nava pêxemberan da yê herî pirr navê wî tê gotin. Li gora [[Quran]]ê Îbrahim bi bivir ê hemû putan dişikinî û li ser vî yekê mirov wî davên nava agir (Gotegot e: [[Kurd]] Heyzen gotiye Nemrût e ra, wa -Hz. Îbrahîm- agir ji da bişewitin)<ref>Diroka Pêxemberen, M. Asım Köksal [Tirkî]</ref>, lê agir wî naşewitinî û dibe gol. Li gora mirovan ew şinda agir îro gola masiyan li [[Riha]]yê ye. Li dû vî bûyera Îbrahîm bi tev jina xwe [[Sarê]] û biraziyê xwe [[Lût]] ji welatê [[Nemrût]] bar dike tere [[Urdun]] ê, [[Misir]] ê û dûra jî [[Filistin]]ê.
 
Ji ber ku Îbrahim êdî kal dibe û qet zarokên xwe tunin, ji [[Xwedê]] zarokekî dexwez dike. Lawek bi nav [[Îsmaîl]] ji wî ra tê dinê û demekî şinde jî ji wî ra tê zanîn ku, gerê [[Îsmail]]Îsmaîl ji Xwedê ra qurban bike. Îbrahim lawê xwe ji bona qurbanê amade dike, lê wî gavê Xwedê ji wî ra beranekî dişinî, ji bona ku di şinda Îsmaîl da qurban bike. Dûra lawekî din bi nav [[Îshaq]] ji wî ra çê dibe. Herdû lawên wî jî bi xwe pêxamber bûn û tê zanîn ku [[ÎsmailÎsmaîl]] kalê erewan û [[Îshaq]] jî kalê gellê [[Îsraîl]] e.
 
Îbrahîm wekî kalê hemû bawermendan û pêxemberê herî mezin yê Xwedê tê dîtin. Di emrê xwe da tenê ji Xwedê ra perestî kiriye û di Quranê da ji wî ra "misilman" tê gotin. Li gorî kevneşopa îslamê wî bi tev lawê xwe Îsmaîl [[Kabe]] înşa kiriye û bi vî avayî îbadeta hec ji wî hetanî îro hatiye giştiye me.