Meşketank: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
B kategorî
Rêz 1:
'''Meşketang''' gundekî şaredariya çîçekliyê ye û girêdayî navçeya [[Artemêt]] a [[Wan]]ê ye qasî deh kîlometreyan dûrî Artemêtê ye û bi qasî heşt kilometreyan jî dûrî Westanê ye navê gund bi tirkî golkaşî ye.
 
== Debara gund ==
Meşketang bi piranî karên heywantî(ajêlvanî)înşaat û bi maşînên kar(kefçe qamyon) û hwd. debara xwe dike. Di van salên paşîn de di her malbatê de herî kêm karmend-memûrek (Mamoste, endezyar, avahîsaz, bijîşk û hwd.) heye.
 
== Erdnîgarî ==
Meşketang gundekî di bin çiyayan hatiye raxistin û 'erdekî pehn e.
 
== Dîroka gund ==
Li gorî hîn agahiyan gundekî pir kewnare ye gundek ji gundên Ermeniya ye ji ber kewnarebûna xwe gelek caran cîhên cûrbicûr de zêr û zînet hatine dîtin. Niştecihên Meşketangê ji eşîrên Banûkî û Celaliyan e û ji ber sedema şerê cîhanî yê yekê (1914-1918) ji Qavqaz-Qefqasyayê (di nava axa Ermenistan û Naxçiwanê de) koçî li vir kirine.
 
== Cihên dîrokî ==
Di gund de ji aliyê dîrokê de tişta herî balkêş "Dêra 'Hecî Qadir"e jiber ku ev dêr ji aliyê mala 'Hecî Qadir ve dihate xebitandin jê re wusa hatiye gotin û malên kevn dîmenên gelekî xweş û balkêş pêşkêşî niştecîh û mêvanên gund dike lêbelê salên dawiyê hejmara van mala mixabin kêm dibe herwuha çend xaç û nîşanên kolayî jî çiyayên gund de cîhekî berfireh digire. Şûnwarên ûrartûyan li vir hene û qenala Şamranê ji vi gundî re derbas dibe.
 
== Avûhewa ==
Meşketang her demsala salê bi xweşikî û balkêşiya xwe dibe wêneyekî xwezayî ji bo xwedîhezkiriyên xwe,çemekî gund jî heye û masiyên gola wanê her meha avrêlê ji bo hêkên xwe daynin têne vî çemî her wuha qamirgehên cuda jî di gund de hene û ji bo nêçîrvanan dibe gencîneya nêçîrê.
 
== Derfetên gund ==
Jiber ku gund girêdayî şaredariya çiçekliyê ye derfetên gund jî zêde ne û di gund de nexweşxane,pêşdibistan, dibistana amadeyî(lîse),seyrangeh(parq),dermanfiroş,navendên danûstandinê,firne,goştfiroş,komirfiroş, qehwexane, porbir(berber), petrola benzîn û mazotê û gelek rêyen hêsaniyê jî hene.
 
== Çand û hunera gund ==
Di dawetên gund de kêm bin jî hêj kose tên çêkirin û lîstikên herêmî berdewam dikin û nemaze şevên zava û nezewicî/ezeban pir rengîn û dewlemend in.
 
== Çend Xalên Girîng ==
Meşketang ji hêla aboriyê ve gundê herî dewlemend yê Artemêtê ye. Pirani cîwanên gund xwenda û xwendekar in.
 
== Çûyîn û Hatina Bajêr ==
Ji xeynî rojên yekşemê çûyîn û hatina bajêr hêsan e û bi wesayîtên taybet an jî yên bazirganî qasî nîv saetî dûrî bajarê Wanê ye herwekî din bi wesayîtên Westanê(Gevaş)mirov dikare xwe bigîhîne bajêr.
 
 
 
{{Koord|38|25|31|N|43|15|28|E|type:city|display=title}}
{{Bajar û gundên ArtemêtErtemêtanê}}
 
[[Kategorî:ArtemêtErtemêtan| ]]