Gehînkeya kîmyayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Gehînkeya kîmyayî''', qada ragihandina erkê kar bi navbeynkariya madeyên kîmyayî.
 
Kartêkirên hawirdorê dibin sedema çêbûna erkê kar, ango demreragihandinê. Erkê kar ji tûmika [[Tewere|tewereyê]] dest pê dike heta kotahiya tewereyê bi şêweyê elektrîkî tê guhaztin. Kotahiya tewereyê bi [[Demarexane|demarexaneyêk]] din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya [[masûlke]] an jî bi xaneya [[rijên]] ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragihandin( [[erkê kar]] (demareragihandin) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî [[Xane|xaneyên]] din bibe. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî [[gehînke]] an jî gehînkeya demarî tê navkirin. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin.
 
== Cureyê gehînkeyan ==
Rêz 8:
 
=== Gehînkeya elektrîkî ===
Li gehînkeya elektrîkî de firehiya [[gehînkeqelîş]] a navbera [[xaneya pêşgehînke]] û ya [[xaneya paşgehînke]] pir hindik e, ji 2 nanometeyê kêmtir e, ango tewerekotahî hema bigire raste rast bi xaneya paşgehînkê ve di temasê de ye<ref name="Villee" />. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de pirikên [[sîtoplazma]] ava dibe, bi vî awayê erkê kar bi şêweyê elektrîkî derbasî xaneya paşgehînke dibe. Wekî mînak, [[koendama demarê]] ya medûz (bi îngilîzî: ''medusa'', ''jelly fish'') gehînkeyên elektrîkî lixwe digire. Erkê kar di gehînkeyên elektrîkî de, li gor gehînkeyên kîmyayî hê leztir tê gîhandin. Aresteya gihîhandinê bi du alî rû dide<ref name="ENCYCLOPEDIA OF Life Science">Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. ISBN: 0-8160-7008-3</ref>. Di laşê mirov de masûlkeyên [[Dilê mirov|dil]] û masûlkeyên lûs([[lûsemasûlke]]) bi gehînkeyên elektrîkî erkê kar radigihînên xaneyên din<ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>.
 
=== Gehînkeya kîmyayî ===
Rêz 32:
 
== Hilweşandin û dubare mijandina demareguhêzeran ==
Demareguhêzer ji boy demek kin di nav gehînkeqelîşê de dimîne. Bi vî awayê li ser xaneya paşgehînke de bandora demaraguhêzer tê rawestandin. Erkê parzûna xaneya paşgegînke vedigere qonaxa asayî. Ji boy rawestandina bandora demareguhêzeran, sê rêbaz heye<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Rêbaza yekem heriskirin û hilweşandina demareguhêzeran e. Ji boy wê karê, hin ezîm tên derdan. Wekî mînak; asetîlkolîn cureyek ji demareguhezêran e, enzîma kolînesteraz(bi îngilîzî: ''cholinesterase'') asetîlkolînê diherisîne, bi vî awayê bandora demareguhêzerê namîne li ser xaneya paşgehînkeyê<ref name="Campbell" />. Rêbaza duyêm jî dubare mijandina demareguhêzeran e. Xaneya pêşgehînke demareguhêzerên nav gehînkêqelîşê dimijîne nav tewerekotahiyê, bi vî awayê ragihandin tê rawestandin.Rêbaza sêyem belavbûniya demareguhêzeran a ji gehînkeqelişê ye, bi dûrxistina demareguhêzeran jî ragihandin tê rawestandin.
 
== Çavkanî ==