Gehînke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7:
[[Wêne:Blausen 0843 SynapseTypes ku.png|thumb|Tewerekotahî bi gellek cureyan gehînke ava dike]]
Gelemperiyê xala gehînkeya demarî, ji beşên [[xaneya pêşgehînke]], [[xaneya paşgehînke]], [[gelîşka gehînkeyê]], çikildana gehînkeyê,[[Demareguhêzer|demareguhêzeran]], cogên iyonan û [[Proteîn|proteînên]] wergir pêk tê<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Hemû [[tewere]] li beşa kotahiyê de liqdar in, li cemserê her liqek tewerê de beşek heye bi şêweyê girêkî, ev beş wekî tewerekotahî tê bi navkirin<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Demarexane bi navbeynkariya gehînkeyên demarî, di nav têkiliyê da ne. [[Demarekothî]] li gel [[Dendrît|dendirîdên]] demarexaneyan, dibe ko bi xaneyên [[masûlke]] an jî bi xaneyên [[rijên]] jî gehînke ava bike<ref name="Human anatomy">McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1 </ref>. Tewerekotahiya xaneya pêşgehînke bi hemû beşên bê bergên maylînî ya demarexaneya paşgehînke ve demaregehînke ava dike. Wekî mînak; tewerekotahî bi dendrît, laşexane an jî tewereya demarexaneya paşgehînke ve gehînkeya demarî ava dike. Li gehînkeyê ragîhandin(demareragihandin) bi şeweyê kîmyayî an jî elektrîkî pêk tê, lê piraniya ragihandinan li [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyên kîmyayî]] bi şeweye kîmyayî rû dide<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Xaneya pêşgehînke ragîhandinan diguhazîne ber bi gehînkeyê. Xaneya paşgehînke ji gehînkeyê ragihandin werdigire. Li kotahiya tewereya demarexaneyan de çikildanên gehînkeyê heye. Di nav çikildanên gehînkeyê de demareguhêzer hene. Demareguhêzer madeyên kîmyayî ne. Demareguhêzer di laşêxaneya demerexaneyê de tê berhemkirin. Paşê bi navbeynkariya tewereyê ber bi demarekotahiyê ve tên guhaztin, li wir, di nav çikildanên gehînkeyê de tên embarkirin. Ji çavkaniyê heta xaneya armanc, [[demareragihandin]] bi navbeynkariya du an jî zêdetit demarexaneyan ve tê guhaztin<ref name="Anatomy and physiology" />. Demarexane li paş hev rêz dibin lê herdu xane raste rast nagihînin hev<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Di navbera xaneya pêşgehînke û ya paşgehînke de valahîyek piçûk dimîne, ev valahî wekî [[qelîşka gehînkeyê]] (gehînkeqelîş) bi nav dibe. Gehînkeqelîş bi firehiya 0.02 mîkron e, ango navbera du demarexaneyan de valahiyek bi qasî 0.02mîkron heye<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA">ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Synapse [https://www.britannica.com/science/synapse]</ref>. Demarexaneyên ko ragihandinan bi şeweyê elektrîkî li gehînkeyê de diguhazin, raste rast bi hev re girêdayî ne, loma iyon ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînke dibe. Ango pêdivî bi demareguhêzeran nin e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
== Demareragihandin li gehînkeya demarî de ==
[[Wêne:Gehînke ku1225_Chemical_Synapse_ku.pngjpg|thumb|Demareguhêzer ragihandinan bi şêweyê kîmyayî diguhazînin boy xaneya paşgehînke]]
Gava [[erkê kar]] ji dendrîdan gehîşt demarekotahiyê, çikildanên gehînkê diqelişin û demareguhêzeran ber didin nav gehînkeqelîşê. Demareguhêzeran li nav gehînkeqelîşê de belavbûnî dibin û li ser wergirên xaneyên paşgehînkê de tên girêdan<ref name="visualizing-human-biology" />. Bi vî awayê erkê kar ji xaneya pêşgehînke derbasî xaneya paşgehînkeyê dibe. Ango demareragihandin bi şêweyê kîmyayî bi navbeynkariya demareguhêzeran ji xaneyek derbasî xaneya din dibe. Piştê guhaztina erkê kar, demareguhêzerên nav gihinkeqelîşê ji aliyê [[Enzîm|enzîman]] ve tê hilweşandin<ref name="Human biology" /><ref name="Anatomy and physiology" />. Hinek ji demareguhêzeran jî ji aliyê [[Parzûna xaneyê|parzûna xaneya]] peşgehînke ve tên mijandin<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning. </ref>. Li beşa koendama demara navendî de ji 50yê zêdetir cure demareguhêzer heye. Adrenalîn(epînefrîn), noradrenalî(norepînefrîn), dopamîn, hîstamîn, seretonîn hin ji wan cureyan e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>.