Dîwana Rûhî (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{sernav bi îtalîk}}
'''Diwan Rûhî''' pirtûka a [[Ebdurehmanê Axtepî]] sê caran hatiye çapkirin. Du caran ji aliyê [[Zeynelabidîn Zinar]] hatiye nivîsandin. Û bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Yek ji wan çapan, nivîsandina wê nebaşe. Di vê çapê de manzûma [[Şêx Muhyedîn es-Sa'î el-Hanewî]] (derbarê xwarinê de ye) û hinek helbestên [[Siyehpûş]] jî hene. Di vê çapê de [[Dîwan]]a Ebdurehmanê Axtepî bi tenê 72 rûpel e. Çapa dudiyan gelek xweş hatiye nivîsandin û bi we re dîwana kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî [[Mihemed Kerbelayî]] jî hatiye çapkirin. [[Dîwan]]a Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî tenê 103 rûpel e. Çapa sisiyan ji alî [[Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]] bi tîpên [[latînî]] hatiye çapkirin. [[Osman Akdax]] û [[Kerem Soylû]] wê wergerandine tîpên [[latînî]]. 81 rûpel e.

Dîwan bi arûzê hatiye nivîsandin. Pirê caran ya li ser wezna fâîlâtûn, fâîlâtûn, fâîlâtûn, fâîlat yan jî li ser wezna mefaîlûn, mefaîlûn, mefaîlûn, mefaîlû hatiye gotin. Zimanê dîwanê hêsan e, di nav peyvên ku tê de hatiye bikaranîn de aheng pir heye. Lêbelê dîsa jî ji famkirina wê, ê dixwîne gerek haya wî ji erebî û farisî hebe û hinek istilahên tesewufî jî zanibe. Di dîwanê de helbestek tenê farisî ye, yên din kurdî ne. Lêbelê di nav hinek helbestan de, beytên erebî jî hene. Lewra Şêx Evdirehmanê Axtepî di medreseyê de mezin bûye û mirovekî bi tesewufû girêdayî bûye. Gava mirov [[zimanê kurdî]] zanibe û haya wî ji tesewuf û hinek jî [[zimanê erebî]] û [[farisî]] hebe, dîwana Şêx Evdirehmanê Axtepî fam dike. Di derbarê vê xisûsê de çend beyt:
Rêz 26:
===Naveroka Dîwanê===

Naveroka dîwana [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] bi piranî eşqa evîna îlahî ye. Çar pênc beşine li ser evînê ne. Ê din giş li ser evînê ne. Lewra sedemê ku [[Şêx Evdirehmanê Axtepî]] ev dîwana nivîsandiye evîna îlahî ye. Naveroka dîwana wî ji bil evînê hezkirina Alê Beyt, Şefa'et û Şahê Neqşebend e.

==='Eşq===

Di wîwana [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] de mijara bingehî evîn e. Wî evîna xwe wekî wî aşiqê ku bê mahbûba xwe tu tiştekî fikir nake, ji bo wê tiştê xwe giş feda kiriye û dike nake nagihêje wê aniye ziman. Hezkirina wiya ji bo mehbûbê qelbê wî gişî tije kiriye. Ew dixwaze maşûqê bibîne lêbelê nikare bibîne. Ji sedem nedîtîna maşûqê, pir êş û zehmet dikşîne, digirî û kul û birînên xwenê bi sedem 'eşqê hatiye serê wî bi hawayê cûrbicûr ji me re dibêje û çi tiştê ji destê wî tê dike. Wan xisûsana di helbestên wî de, bi hawayekî zelal tên dîtin. Ew di destpêka [[Dîwan]]ê de van malikên jêrê dibêje:

{{Helbest|Şehîdê çeşmê cellad im, hewadar im bi bejnê re

Rêz 38:
Nukatan ez dîrayet kim, muheyya me ji dersê re}}

Di van beytan de tê xwanîkirin ku, [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] wer aşiq e, 'eşqê wî kuştiye û gihiştiye derecekê ku di 'eşqê de bûye mahir û dikare di mijara eşqê de seydatî bike. Ew dîsa di vî warî de wuha bibêje:

{{Helbest|Meqerr û meskenê min goşê meyxaneye herdem}}
Rêz 49:
Berf û bapûkî dikim mana ku şîrîn bit xîtab}}

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî gava li ser evînê dipeyive, carna behsa maşuqê dike, carna ji me re êş û derdê dûrbûna ji maşûqê dibêje. Hinek, carna jî pesnê maşûqê dide, li ber wê digere derd û kulên xwe jê re dibêje. Tîne ziman ku maşûq li cem wî ji her tiştî bi rûmettir e. Carna ji bo eşqê xîtabê li nefsa xwe dike û jê re aram pend dike. Di van beytên jêrî de derdê 'eşqê tîne ziman û dibêje ku derdê 'eşqê ji agirê cehennemê pirtir canê wî dişewitîne.

{{Helbest|Ah û feryadan dikêşim. Ey! Nîgarim her zaman

Rêz 70:
Ez xerîbim ez xerîbim ez xerîbim ez xerîb}}

Tevî ku [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] derd û kulên xwe dibêje dîsa, bi halê xwe kêfxweş e. Tê famkirin li cem wî 'eşq bê zerar e, belkî 'eşq tiştekî gelek kûr û fireh e, bi rûmetî û hêja ye ku mirov ji bo wê zehmetê bikşîne. Di wî warî de malikên jêrê ji me re dibêje:

{{Helbest|Nakim ji 'ebdan gazinî

Rêz 79:
Nadim ez wellahî bi taxtê şahê Rom û Hebeş}}

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] bi şekleke temsilî gotubêjekê di navbera xwe û maşûqê de pêk tîne. Derdê xwe ji maşûqê re dibêje û dîtina cemala wê dixwaze. Maşûq di serî de daxwazê wî qebûl nake. Lêbelê di dawiyê de daxwaza wî qebûl dike, cemala xwe rê wî dide. Di vî warî de dibêje ku maşûqê rûberka li ser çavê xwe, ji ser çavê xwe avêt, ez jî jê re çûm secdê û do nav evîndarên cihanê de dîtina maşûqê bû para min tenê:

{{Helbest|Perde avête ji ber dêmê, me halê secde kir

Lew di nîv 'uşşaqê 'alem ez bi weslê bûm wesîm}}

Evîna [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] evîneke gelek kûr û fireh e ji wî sedemê evîna xwe teşbîh dike bi halê pêxember û melikên berê. Wekî di vê malika jêrê de:

{{Helbest|Şubhê Yûsif zîre zîndan mame mahbûs û hezîn

Qet nego carek Zuleyxayê çi hal e bê mecal}}

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] di derheqê êş û derdê evîna îlahî de şîretan li nefsa xwe dike û di vê mijarê de helbesteke wî heye. Di wê helbestê de li ser halê xwe diaxife û di dawîya her kitêbekê de hevoka الصبر مفتاح الفرج tekrar dike. Ji vê helbestê çend heb beyt:

{{Helbest|Nalîn dikim wek bulbulan

Rêz 106:
Çêbû li dil daxek xeddar}}

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] di cîhkî [[Dîwan]]a xwe de îşaretî perîşaniya xwe ya li hember mahbûbê dike û bersiva ên ku davêjin wî dide, wiha dibêje:

{{Helbest|Şaş kirim xewra Habîbê der 'azabê rûz û şeb

Rêz 113:
===Hezkirina Alê Beytê===

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] gelek pir ji Alê Beytê hezkiriye. Ji sedema vêya, hinek navê Alê Beytê li zarokên xwe daniye. Wekî Kerbela û Eskerî.

[[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] di dîwana xwe de jî bi taybetî behsa Hz. 'Elî dike û ji sedem şehadeta Hz. Hûseyn li [[Yezîd]] lanetê tîne. Beşeke hindik ji helbestên wî ji di derbarê Hz. 'Elî de ne. Lewra di dîwanê de mijara wî ya bingeh evîn e. Di derbarê Hz. 'Elî de wiha dibêje:

{{Helbest|Şahê merdan Şêrê Yezdan Îbne 'emmê Mustafa

Rêz 125:
Di dawiya her helbestê de hevoka لافتیی الاعای لاسیف ا لاذواوالفقار tekrar dike.

Hezkirina wî ya ji Alê Beytê bûye sedem ku ew pir muxalefeta ehlê sunnetê bike. Lewra ji bûyerên hatiye serê Hz. Hûseyn û şehadeta Hz. Hûseyn, [[Şêx EvdirehmanêEbdrehmanê Axtepî]] xwe negirtiye, dilê wî pir şewitiye û bi hawakî zelal û dijwar lanetê barandiye li Yezîd û hevalên Yezîd. Di her beyteke ku di vî warî de wî gotiye ya lanet li ser Yezîd, ya li ser wesfê zalimtiya [[Yezîd]], yan jî kufra [[Yezîd]] heye.

Ew dîwana xwe de helbesteke cuda kiriye ji bo şehadeta Hz. Hûseyn. [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] behsa wan dike bi hawakî eşkere ji bo wan gotina kufrê jî îstîmal dike wiha dibêje:

{{Helbest|Her deêa tîrê li cergê wan 'ezîzan tenê bîr

Rêz 134:
Ey Xuda bîne li wan pur la'nu exdabe 'edîd}}

Ji van helbestên [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] tê derxistin ku ewî tu carî tahamulî zulmê nekiriye.

Di van malikên jêre de jî gotina lanet û zalim ji bo [[Yezîd]] îstîmal dike:
Rêz 148:
===Şefa'at===

Şefa'at jî mijarekî ku di dîwanê de [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] li serê sekiniye. Ji sedem vî hawî behsa xeta û kêmasiyên xwe dike. Dibêje ew bê çareye û xelasî di roja mahşerê de jê re tuneye, xelasiya wî bi şefa'ata Resullah (s.) tenê dibe. Ji wî şefa'atê dixwaze. Di beytekê de jî dibêje ku çiqas gunehkar bim jî, di rêya şerî'etê de me. Bi vê xisûsê, hêviya şefa'atê dike:

{{Helbest|Ger çi 'asîy û gunehkar im feqîr im pur hezîn

Rêz 156:
Ya Resullah dexîlim! Ya hebîbellah dexîl!}}

Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî di qit'eke din de jî wiha dibêje:

{{Helbest|'Umrê taze min telef kir der guneh ev çendî sal

Rêz 167:
===Şahê Neqşebend===

Çawa ku herkes zane Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî mirovekî ehlê tesewufê ye, di wî warî de gihîştiye dereceyek mezin û bûye Şêx û mirovan li ser destê wî tewbe kirine. Tevî viya Axteoş di dîwana xwe de bê hinek istilahên tesewufî ku wesfên maşûqê ne, li ser terîqetê nepeyeviye; lêbelê li ser Şahê Neqşebend ş'ir gotiye û pesnê wî daye. Gava mirinê, alîkariyê jê dixwaze. Çend caran dibêje ku Şahê Neqşebend mezinê hemû ewliyayan û agahdarê esrarên îlahî ye. Hinek beytên wî:

{{Helbest|Xoceê muşkil kuş pîrê 'Ecem pîrê 'Ereb

Rêz 183:
Melcê şah û geda î rehberê Şêx û mela}}

Ji van beytan tê famkirin ku, [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] pir ji Şahê Neqşebend hez dike û tesîra wî li ser [[Şêx Evdirehmanê Axtepî]] pir e.

Di van beytên jêrî jî behsa xadra nefs û şeytan dike û alîkarî ji Şahê Neqşebend dixwaze, wiha dibêje:
Rêz 195:
===Di Dîwana Axtepî de Hunerê Wêjeyî===

[[Şêx EvdirehmanêEbdrehmanê Axtepî]] di dîwana xwe de gelek hunerê edebî bikaraniye. Lewra derd û kulên ku [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] ji sedem evînê kişandiye û hezkirin û fedakariya ji maşûqê re û di warê eşqê de wateyên kur bi gotinên heqîqî tam nehatiye îfadekirin. Vana hemû bûne sebebê bikaranîna hunerê edebî. Tezyîna helbestê jî tiştekî ye bûye sebebê hunrê wêjeyê. Malika di serê dîwanê de nîşanî me dide ku dîwana wî, bi hunerê wêjeyê tije ye. Malika destpêke:

{{Helbest|Şehîde çeşmê cellad im

Hewadar im bi bejnê ra}}

Di vê beytê de, gotinên ku dengê wan ahengê hev in û hunrê îstîarê û tewriyê hatiye bikaranîn. Lewra heman herf tekrar bûne û dewsa peyva maşûqî de peyva cellad hatiye îstîmalkirin. Ji vêya tê famkirin ku li vir hunerê îstîarê heye. “Hewadar im” bi mana evîndar im, aşiq im û bi mana tiştekî ku hewa lê dixe û bi hewayê re meyl dike, dibe ku wateyê wî, yek ji van be. Gava ku ev peyv bi wan menayê hatibe îstîmalkirin, em dikarin bibêjin ku di vira de hunerê tewriye an jî tewcihiye heye. Ev beytên han nîşanî me didin ku Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî bi hunerê [[Husnû'l Îbtîda]] dest bi dîwana xwe kiriye û di dîwana xwe de gelek hunerên edebî bikaraniye. Lewra di pirtûkên berê de, gotinên serî hem ji aliyê manê ve, hem ji aliyê hunerî edebî ve muwafiqê naverokê ne. Di vê berhema ku em jê behs dikin, gelek hunerên edebî hene. [[Şêx Evdirehmanê Axtepî ji bo ku derd û kulê xwe yên evîna îlahî bêje, bi peyv û hevokên basît îktîfa nekiriye û di Dîwanê de îstîare, teşbîh, kînaye, tibaq, tekrar, tecrîd, îqtîbâs û îtnab bikaraniye. Ji van huneran, ê ku pir hatiye bikaranîn, teşbîh û îstîare û îtnab e. Lewra [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] her gav xwestî ku maşûqê teşbîhê tiştekî muşexes û marûf bike, hem jî pesnê maşûqî bide. Hinek mînakan ji helbestên [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] ê edebî:

{{Helbest|'Îd e îro bêqerar im ez ji feqda demdurê

Rêz 211:
Bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb im bê nesîb}}

Di van beytan de ji bo tekîdê tekrar hatiye kirin. Wekî din jî, halê eşq û maşûqan û gera wan a manewî hatiye teşbîh kirin. Bi tştê maddî. Lêbelê ji sedem muşebbeh nehatiye zikirkirin bûye Îstîareya Tasrîhîyê. Di wira de bê van huner, hunerê Tîbaq û Îtnab jî heye. Di [[Dîwana]] [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] de tekrar bi piranî lafzî ne. Carna nîvê beytê giş hatiye tekrarkirin, carna jî hevok bi tenê hatiye tekrarkirin. Di dîwana wî de cîhê ku pir tekrar hatiye kirin:

{{Helbest|Serapa cemre wek nar im

Rêz 255:
===Netîce===

[[Dîwan]]a [[Şêx EvdirehmanêEbdurehmanê Axtepî]] bi piranî li ser 'eşqê ye. Li ser eşqê û halê aşiq û maşûqê bi hewakî kûr û fireh disekine. Tê de zimanekî wêjeyî û hêsan bikaraniye.Xwendina wê hem ji aliyê menayê hem jî ji aliyê wêjeyê ve bi feyde û bi zewq e. Tê de gelek hunerên wêjeyê û wateyên tesewufî hatine îstîmalkirin.

== Çavkanî ==