Şêx Memdûhê Birîfkanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Şêx Memdûhê Birîfkî''' (1911-1976) nivîskarekî [[kurd]] e.<ref>http://jarry7.egerin.com/article/4929/ex_Memdh_Birfkan</ref><br>Birîfkî di 1911-an de li gundê Badê ku girêdayê bi bajarê Dihokê ve ye, hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Muhsin e, bapîrê wî Şêx Ebdulcebarê kurê Evdilqeharê kurê Evdilahê kurê Evdilcebar e. Ew bi koka xwe, digîhîje malbata [[Şêx NûredînNûredînê Birîfkanî]] yê bi navûdeng ku ew malbat bi koka xwe ji [[Bakurê Kurdistanê]], ji bajarê [[Xelat]]ê ye. Şêx Memdûhê Birîfkî di Rêçika Qadirî de şêxekî navdar bû û li her çar beşên Kurdistana dabeşkirî rind dihate naskirin, du caran jî çûye [[Hec]]ê. Ew malxweyê sê jinan, bavê yazdeh kur û pênc keçan bûye.
 
Şêx Memdûh Birîfkî piştî ku xwendina xwe kuta kiriye, çûye bingeha xwe li [[Dihok]]ê vegirtiye û li jiyanê domandiye, herweha li wir bûye serokê Beşa Yekîtiya Nivîskaran a li Dihokê jî. Ji berhemên wî, agahdariya me tenê bi dîwaneke wî heye
Rêz 5:
Şêx Memdûhê Birîfkî di Yazdehên Nîsana 1976'an de li Bexdadê dinya ruhn lê tarî bûye. Niha laşê wî yê paqij li Goristana Dihokê dimîne û gora wî devereke bi navûnîşan e.
 
Şêx Memdûh pêşî li gundê Birîfkanê sê salan li cem Hacî Mela EvdilahêEbdilahê Ertûşî ku dersdarê Tekyeya Birîfkanê bû xwîndiye. Piştre çûye gundê Spîndarê û li wir jî nêzî salekê li cem Mela Ehmedê kurê Mela EvdilxaliqEbdilxaliq xwîndiye. Paştre çûye Hêşeta Mezin a li nêv Mizûriyan û li wir demekê maye, li Tekyaya Şêx Evdirehman Ertûşî li nik dersdar Hacî Mela Ehmed xwendiye. Piştî demeke dirêj ku li wir maye, îcar çûye gundê Kemekayê û li cem dersdarê hêja Hacî Mela Îsa kurê Salihê Kemekî xwendiye. Li Kemekayê nêzî du salan digel pismamên xwe Şêx Celaledînê kurê Şêx Nûrî, Zeynelabidînê kurê MihyedînMuhyedîn, EvdilcebarêEbdilcebarê kurê EvdilqeharEbdilqehar û birayê xwe EvdilhemîdEbdilhemîd xwendiye. Paştre Şêx Memdûh ji Kemekayê çûye [[Zaxo]]yê û li cem Seydayê zana Mele Ehmedê kurê Mela Evdilxaliq xwendiye, li wir domandiye heta ku xwendinnameya seydatiyê ji dersdarê hêja Mela Ehmed wergirtiye.
 
Şêx Memdûhê Birîfkî helbestvanekî desthel, pir jîr û zîrek bûye. Çewa ku di helbestên wî de jî diyar dibe, di vehandin û lihevanîn, kêş, nikl û darêjtinê de li ser cûreyên klasîkî yên kurdî çûye. Xasma ew di vehandin û kêş û sengandinên Melayê Cizîrî û yên Feqiyê Teyran de gelekî têgihaştî û zana bûye. Bi taybetî jî ew heyran û rêzevanê [[Melayê Cizîrî]], [[Feqiyê Teyran]] û [[Ehmedê Xanî]] bûye. Herweha li ser rêça wan çûye, di babet û şûfê helbestên wan de jî helbest afirandine.