Erkê bêhnvedanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
[[Wêne:Neuron ku.svg|thumb|Xaneya demar (Demarexane)]]
 
'''Erkê bêhnvedanê'''...<sup>bi kurtî, çi ye?</sup>
 
Dema [[Demarexane|demarexaneyêk]] ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin neguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye<ref name="Modern Biology" /> (bi îngilîzî: ''resting potentail''). Ji ber ko di dema erkê bêhnvedanê de li herdu aliyê parzûna demarexaneyê bi bargên elektrîkî barkirî ye, ev rewşa xaneya demarê wekî [[cemsergirî]] (bi îngilîzî: ''polarization'') tê binavkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe<ref name="Anatomy and physiology" />. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê [[Parzûna xaneyê|parzûnê]] bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K<sup>+</sup>) nav [[Xane|xaneyê]] ji xestiya potasyuma derve zêdetir e<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na<sup>+</sup>) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasyum (K<sup>+</sup>) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K<sup>+</sup> ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna [[Proteîn|proteînên]] gewre yên bi bargeya negatîvî barkirî, bargeya nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV (mîlîvolt) e<ref name="OpenStax, Biology" />. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e<ref name="OpenStax, Biology" />. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref><ref name="Human biology" />. Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên [[Lîpîd|çewrî]] pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013