Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan hîç” (bi îngilîzî: ''all or none'') bertek nîşan dide<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Her kartêkir nikare cemsergiriya xaneyê hilweşîne, ji boy destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji [[asta derazînkê]] (bi îngilîzî: ''threshold level'') ya demarexaneyê bilindtir be. Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.