Erkê kar: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Min pêşnûmaya gotarek nû çê kir. |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Action Potential.gif|thumb|Ji tûmika [[Tewere|tewereyê]] ber bi kotahiya tewereyê li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] tewereyê de veguhaztina demareragihandin, wekî erkê kar tê bi navkirin]]
Hemû tişt an jî guherîn ko li hawîrdora zîndewer de peyda dibe û koendama demar a zîndewerê hander dike
== Rêbaza hemû yan hîç ==
Demarexane li dij kartêkiran li gor rêbaza “hemû yan hîç” (bi îngilîzî: all or none)bertek nîşan dide<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Her kartêkir nikare cemsergiriya xaneyê hilweşîne, ji boy destpêkirina erkê kar divê hêza kartêkir ji [[asta derazînkê]](bi îngilîzî: ''threshold level'') ya demarexaneyê bilindtir be. Kartêkirên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema çêbûna erkê kar, lê heke asta hêza kartêkir bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be erkê kar dest pê dike. Gava hêza kartêkir ji asta derazînkê pir zêdetir be jî, şêwe û hêza erkê kar naguhere.
== Berevajîbûna cemsergiriyê ==
[[Wêne:Action potential ku.svg|thumb|Alûgorkirina iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasumê(K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]]]
Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind(derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeya nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji boy destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeya elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê(asta şêmûkê) ye, heke bargeya nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê(bi îngilîzî: ''depolarization'') tê bi navkirin. Berevajîbûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnî, bê ko [[ATP]] xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref> . Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>.
== Ragihandina bazdar ==
|