Rewşen Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 9:
== Jiyana wê ==
 
Piştî têkçûna Siltan Ebdûlhemîd û di sala 1908'an de hatina SultanSiltan Reşîd, hîn bêhtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan rê derket. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandi bû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.
 
Di roja 11'ê meha Tîrmeha sala 1909an de Siltan Reşad hat li ser hikûm. Di wê rojê de Xwedê keçek da Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan hatin Stenbolê ; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stenbolê jî berê xwe da reya Şamê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê Kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya.
Salih Bedirxan ji Stenbolê jî berê xwe da reya Şamê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê Kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya.
 
Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hişya kirin û bi pêşxistina netewê wî bû. Ew bê westan, şev û roj li kar bû.
 
Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de [[Şerê Cîhanî yê Yekem|şerê CîhanêcîhanêYekemînyekemem]] derket; mercên jiyanê pir dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Şamê kar kir. Lê mexabinmixabin bi êşa tîfoyê ket; pir dirêj najot, di 30yê Adara 1915'an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê ne gihiştî bû şeş salan.
 
Piştî mirina Salih Bedirxan diya wî Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyemînên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandî bû tê hejmartin.
Line 24 ⟶ 23:
Di sala 1934'an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja 22.2.1935'an de bi Mîr Celadet Bedirxan rê dizewice. Bi navên Sînem û Cemşîd keç û lawek ji wan rê çêdibin.
 
Di sala 1944'an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongra Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê a niştimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî Qolonyalîzmakolonyalîzma Fransa sekinî û piştgiriya doza Erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filîstîn parast û wê di dibistanên Ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên Erebî de weşand. Rewşen Xanim bi qasî ko li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedî kirina zarokan de mamoste bû.
 
Jiyana wê ya niştimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ko Rewşen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rast kirina tendûristiya keç, jin û pîrekên bê sinçî yê di hebsangirtîgehan de jî he bû. Bi Aramî û bîhinfirehiya xwe dest dawête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serşorî di ferhenga jiyana wê de ne bû. Jîna Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîrê gewre (Mezin) Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka netewê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ko bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirî ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nimêje di warê dijwarî û zehmetiyan de piştî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan.
 
Dibêjin li pişt her mêrê gewre (mezin)jinek gewre heye. Belê Rewşen piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amade kirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ewê bi xwe jî di kovara [[Hawar (kovar)|Hawarê]] de dinivîsand. Rewşen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27'an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de ewha dinivîse : ( Mêrên ko bexta netewan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Hêvojtin xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr ne kin û ew tim û tim li wan hikûm dikin. Ji lewre methelokê gotiye : '' Kurmê şîrî heta pîrî '' ). Rewşen Bedirxan karê jina Kurd ne tenê kebanî û xwedî kirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê girîng li dijî ne zaniyê şer kirin û perwerde kirina zarokan e.
 
Bêguman di vê xebata perwerdehiye de rolê welatperweriyê jî ji bîr ne ke. Rewşen Bedirxan bi dengekî bilind û zelâl ewha bang dike (Xwehên min ên delâl, her wekî hûn jî dizanin derdê netewê me yê mezin û xedar ne zanî ye. Ne zanî nexwêşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmathikûmet û dezgeh vê nexweşiyê di nexwêşxaneyên taybetî de derman dikin û ji wan nexwêşxanan rê dibêjin dibistan. Mamoste bijîşkên wan nexwêşxanan e).
 
Em dikarin bibêjin ko Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28'an a Kovara Hawarê ya bi ne bê (Jin û bextiyariya malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ko rihetî û xwêşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea'det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê rê ye. Xincîkên belengazan hene ku sea'det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêhtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihetî cîh dibînin).