1435
guhartin
B (MikaelF navê Erkê bênvedanê weke Erka bêhnvedanê guherand) |
B |
||
[[Wêne:Action_Potential_ku.png|thumb|Di qonaxa erkê
[[Wêne:Neuron ku.svg|thumb|Xaneya demar (Demarexane)]]
Dema [[Demarexane|demarexaneyêk]] ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin neguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye<ref name="Modern Biology" />(bi îngilîzî:''resting potentail''). Ji ber ko di dema erkê
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>, wekî mînak; proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî [[dijav]] in (bi îngilîzî:''hydrophobe''), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasyumê(K<sup>+</sup>) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan [[nîvdelînbar]] e ( bi îngilîzî:''semi permeable''), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin<ref name="visualizing-human-biology" />. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî '''cudahiya xestiyê''' (bi îngilîzî:''concentration gradient'' ) tê bi navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji boy iyonên potasyumê(K<sup>+</sup>), ji delînbariya wê ya ji boy sodyumê(Na<sup>+</sup>) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum(K<sup>+</sup>) û klorîn (Cl<sup>-</sup>) ji aliyek parzûnê [[belavbûnî]] dibin ji boy aliyê din, lê sodyuma(Na<sup>+</sup>) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.
== Alûgorkirina iyonan di dema erkê
Di qonaxa erkê bêhnvedanê( cemsergerî) de, xane bi awayek çalak, cudahiya xestiyê ava dike. Demarexane enerjiya [[ATP]]<nowiki/>yê xerc dike û pompeyên sodyum-potasyum bikar tîne ji boy alûgorkirina iyonan<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Guhaztina iyonan a bi pompeya iyonan, wekî guhaztina çalak (bi îngilîzî: ''active transport'') tê bi navkirin. Her yek ji pompeya sodyum -potasyumê her carê sê iyonên sodyumê(Na<sup>+</sup>) ji nav xaneyê diguhazîne derve, di heman demê de ji derve du îyonên potasyumê(K<sup>+</sup>) digire nav xaneyê. Ji ber ko hê pirtir iyonên sodyumê li rûyê derve ya parzûna demarexaneyê de kom dibe, cudahiya xestiya sodyumê di navbera derve û nava xaneyê de ava dibe. Li gel pompeyên sodyum-potasumê, li ser parzûna demarexaneyan de hin proteîn hene ko cogên iyonê dirust dikin. Iyon li cogê iyonan bi hêsanî, bi awayek sist(pasîf) tên guhaztin. Her cogek iyonê taybete ji bo cureyek iyonê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>, ango hin cog ji boy guhaztina sodyumê(Na<sup>+</sup>), hin ji boy guhaztina potasyumê(K<sup>+</sup>) hinek ji ji boy guhaztina klorînê(Cl<sup>-</sup>) çalakin, lê rê nadin iyonên din. Guhaztina Sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasyum(K<sup>+</sup>) a li nav cogên iyonan, li gor rêjeya cudahiya xestiyê van iyonan rû dide. Xestiya iyon li kîjan aliyê zêde be, ji wî aliyê ber bi aliyê xestiya nizim ve belavbûnî (bi înglîzî:''diffusion'') rû dide. Ji boy belavbûniya iyonan a bi navbeynkariya cogên iyonê, pedivî bi enerjiya ATP nin e, iyon ji ber hêza cudahiya xestiyê ji devera xestiya bilind ber bi devera xestiya nizim ve diherikin. Ev cureya guhaztinê wekî guhaztina sade (bi îngilîzî:''passive transport'') tê bi navkirin.
== Cureya cogê îyonan ==
Ne yek lê gellek cureyên cogê iyonan heye, ji ber wê yekê hemû cogên iyonan bi hev re vekirî an jî girtî namînin, dibe ko li ser parzûna xaneyê hin cureyên cogên iyonan vekirî bin, lê di heman demê de hinekan jî girtî bin. Di qonaxa erkê bêhnvedanê de cogên potasyumê ya demarexaneyê vekirî, cogên sodyumê jî girtî ne. Loma gava iyonên sodyumê bi pompeya sodyum-potasyumê ber bi derveyê parzûnê tên guhaztin, sodyum(Na<sup>+</sup>) ji boy vegera nav xaneyê rê nabîne û li derve kom dibe. Lê potasyumên(K<sup>+</sup>) li nava xaneyê bi navbeynkariya cogên potasyume ji devera xestiya bilind(hundirê xaneyê) ber bi devera xestiya nizm(rûyê derve ya parzûnê) ve belavbûnî dibe. Ev belavbûniya potasyumê(K<sup>+</sup>) heta ko erkê bêhnvedanê ya parzûnê digihîje -70 mîlîvoltê didome. Cogên iyonê ji ber bandora kartêkir an jî ragihandinek vedibin, an jî tên girtin. Wekî mînak; hin cog li gor asta erkê perdeyê vedibin, ango dema bargeya elektrîkî ya navbera herdu aliyê parzûnê digihîje astek taybet, wê gavê coga îyonê vedibe. Ji vê cureya cogê re '''coga jêrdestê voltajê''' tê gotin.(bi îngilîzî:''voltage-gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Hin cogên iyonan jî ji ber hebûna molekulek din vedibin, ango molekulek xwe bi rûyê cogê ve girê dide, paşê coga iyonê vedibe û rê li ber herrika iyonan vedike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Navê van cogan, '''coga jêrdestê lîgandê''' ye.(bi îngilîzî ''ligand- gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/>. Hin cogên iyonê jî ji ber hêzek fîzîkî vedibin. Wekî mînak guherîna pestoya hawirdora xaneyê dibe sedema vebûna van cogan. Navê van cogan jî '''coga jêrdestê mekanîkî''' ye (bi îngilîzî: ''mechanically-gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Cogên iyonê ji boy dabînkirina erkê bêhnvedanê û cemsergeriyê kar dikin, lê ji bo berdewamiya cemsergeriyê ango erkê
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
|
guhartin