Îsra û Mîrac: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min rastnivîsandin hinek sererast kir .
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 3:
[[File:Miraj by Sultan Muhammad.jpg|thumb|200px|Wênesaziya nîgaroka farisî ji sedsala 16-an de : Hilhatina Hz. Mihemd li esmanê]]
 
'''Îsra û Mîrac''' gorî [[îslam]]ê bûyera ku [[MihemedMuhemmed]] pêxember ji [[mescîda Eqsa]] de der ketiye hizûra [[Xwedê]]ye û di [[Quran]]ê de bo wê wiha tê qal kirine
 
''Ji bo ku em hinek ayetên xwe nîşanî wî bidin, Xwedayê ku evdê xwe ji Mescîda Heram birîye Mescîda Aqsa ku me dora wê pîroz kiriye, ji kêmasiyan berî ye. Bi rastî ew bihîstkar û dîdar e. (Sûreta İsra-1)''
 
Li gorî [[hedîs]]ên sehîh ev buyer salekê berê hîcretê qewumî ye. Di hedîsan de û di gelek pirtûkên sîyerê de di derheqê vê buyerê de gelek rîwayet hatine neqilkirin. Enes bîn Malîk, Malîk bîn Se’se’e, Ebu Zerê Xefarî û Ebu Hureyre (Xwedê ji teva razî be) teferruata buyerê rîwayet kirine. Ji xêynî vanan [[Omer]], [[Elî]], îbnî Ebbas, Ebu Seîd el Xudrî, Huzeyfe bîn Yeman û Hz. Aîşe jî hinek birrên vê buyerê neqil kirine.
Di vê ayetê de Qur’an, qala qismekî rêwîtiyê tenê dike. Qala rêwîtiya ji Mescîdê Heram çuyîna Mescîdê Aqsa dike. Wekî ku di vê ayetê de jî tê qalkirin, mexseda Xwedê Teala, hinek ayetên xwe nîşanê evdê xwe bide. Qur’an ji vê ayetê pêve qala teferruata buyerê nake. Lê em teferrutên din ji hedîsan hîn dibin.
 
Şeva Mîracê, Di meha Recebê şeva bist û heftan de ye. Mîrac tê maneya derencê. Di vê şevê de resulullah derketîye esmanan ku mahîyeta wî em nizanin.
Ehlê Mekkeyê bawerî nedianîn û pirr eza û cefa bi muslimanan didan kişandin. Pêxember pirr ber diket. Salek berê hîcretê pêncî û yek salî bu. Zeyd bîn Harîse girt û bi hev re çun Taîfê. Şîret û nesîhet li Taîfiyan kirin lê kesî bawerî pê neanî. Tinazê xwe pê kirin û bi destê zarokên xwe dan ber keviran. Ji ber vê buyerê re pirr xemgin bu. Piyê wî di nav birînan de mabu û serê Zeyd şikiya bu. Resulullah pirr mahzûn û xemgîn bu.
Gava bi bêhêvî, xemgînî û bi betilandî vedigeriyan, li kêleka rê runiştin. Li wir xwediyê rez Şeybe û Utbe bi koleyê xwe Addas, ji her yekê re guşîyek tirî şand.
Gava pêxember (a.s) tirî xwar, bi besmele destpê kir. Addas wêçaxê fille bu. Gava ev kelîme bihîst ecêb ma û got:
Rêz 32:
-Tu kî yî?
Resulullah:
-Ez kurê apê te MuhammedMuhemmed im. Eger tu qebul bikî, ez bi mêvandarî hatim.
Ummu Hanî:
-Canê min qurbana mêvanê wek te ku xwedî gotina rast, emîn, bi rûmet û asîl be. Te berê bigota min ji bo te tiştek hazir bikira. Tiştekî ku ez îkramî te bikim di mala min de tune.
Rêz 63:
Wê rojê Resulullah Ji Ebu Bekir re got: “Siddiq”
 
Pênc wext nimêj li vir ferz buye û esasê baweriyê ku di Sûreta Beqere herdu ayetên paşîn de derbas dibe jî, li wir daketî ye. dîsa mizgîna ji ummeta wî kesê ku şîrk nekiriye wê têkeve cinnetê jî jê re hatiye dayîn.
 
Pêxember bi tiştê Rebbê wî jê ra daxistibu bawerî anî. Mu’mînan jî (bawer kirin). Hemuyan bi Xweda û melaîketên wî û pirtûkên wî û pêxemberên wî bawer kirin û wuha gotin: “Em cudatî nakin nabeyna wan yekê, ji pêxemberên wî û gotibun: me bihîst û îtaet kir. (Ya Rebbî) me efu bike zivirandin (a me) bal bi te ve ye.” (Beqere:285)
Rêz 73:
Evanan ji hîkmetên Rebbê te ne ku me ji te ra wehîy kiri ye. Tu bi Xweda ra îlahekî din negre. Paşê tuyê bi gilî û gazin û qewurandî bikevî cehennem ê. (Îsra:39)
 
Divê vê şevê meriv bi rojî û bi îbadet derbas bike. Qur’anê Kerîm bixwîne û nimêj bike.
 
==Çavkanî==