Zagros (rêzeçiya): Ferqa di neqeba guhartoyan de

B
Tippfehler korrigiert
B (Tippfehler korrigiert)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl iOS app edit
B (Tippfehler korrigiert)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl iOS app edit
Îro hema hema hemû arkeolog û dîrokzan hemfikir in ku 9.000 sal berî zayînî ango 11.000 sal berî niha li qontarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajelan kirine. Cara yekem li wir bizin, mîh û mange û beraz kedî û xwedî kirine. Xanî û mal lêkirine. Genim, çewder û fesûliye çandine. Berî zayînî di navbera salên 5.400-5.300 li nêzîkî qontarên çiyayên Zagrosan bi awayekî sîstematîk rez xwedî kirine û ji tirî mey çêkirine. Navê tiriyê ''Vitis silvestris'' bûye ku îro jî bi latînî navê wê ''Vitis vinifera'' ye. Herweha bîra jî li wir hatiye çêkirin.
 
[[Ksenofan]] dadi "Di vegeraVegera dehhezaran" de" (beri zayînî 401-400) behsa serpêhatiya xwe û çiyayên Zagrosê dike ku çawa asê ne û di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa xwe û [[kardoxî|kardoxiyan]] dike. 75 sal piştî vegera KsenophanKsenofan, vê carê Îskenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosê dere here Îranê. Lê ji ber ku di ”Vegera dehhezaran" de bûyerên ku li çiyayên Zagrosê hatibû serê artêşa Ksenofan hemû xwendibû û di derheqê Zagrosê de êdî xwedî zanyarî bû. Loma, di jêrê Zagrosê dere derbasî Îranê dibe.
 
Zagros di jiyana şerê çekdarî ya kurdan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Di serdema me de, bi salan pêşmergeyên Başûr û Rojhilat di dema tengasiyê de hildikişiyan Zagrosê, li wir bi cih dibûn û xwe diparastin. Di van 15-20 salên dawî de gerîlayên [[PKK]]ê hema hema li seran serên zîncîreçiyayên Zagrosê biryargehên xwe yên mezin û navendî danîn û niha jî li çiyayên Zagorsê ne. Artêşa tirk bi [[balafir]], [[helîkopter]] û teknîka nûjen a şer nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Operasyonên artêşê bê encam dimînin.
 
Zagros ne bi tenê hêlîna [[pêşmerge]] û gerîlayên kurd e, herweha hêlîna [[teyrê Sîmir]] e jî.
 
Zagros ji aliyê siruştê ve him paradîs (bihuşt, cennet) û him jî dojeha (cehenem) nedîtî ye! Zivistanan ba, bager û pûk e. Tu jîndarek nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzana Zagrosê bigre. Hirç bi hirçîtiya xwe bi mehan newêre ji qula xwe derkeve. Di demsalên bihar û havînan de mirov dikare çar demsalan li gel hev bibîne. Dar û ber, nebat û kulîlkên çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe paradîsa rasteqîn e. Di mîtolojiyê de, li Zagrosan giyayekî pîroz heye ku mirov bixwe, namire.
 
== Çavkanî ==
50

guhartin