Erkê bêhnvedanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Dema [[Demarexane|demarexaneyêk]] ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin nediguhazîneneguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye<ref name="Modern Biology"/>. Ev rewşa xaneya demarê wekî [[cemsergerî]] (bi îngilîzî:''polarization'')tê bi navkirin. Di qonaxa cemsergerî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe<ref name="Anatomy and physiology"/>. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê [[Parzûna xaneyê|parzûnê]] bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Di qonaxa cemsergerî de xestiya potasyuma(K<sup>+</sup>) nav [[Xane|xaneyê]] ji xestiya potasyuma derve zêdetir e<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref> . Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê(Na<sup>+</sup>) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasyum(K<sup>+</sup>) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K<sup>+</sup> ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna [[Proteîn|proteînên]] gewre yên bi bargeya negatîvî barkirî, bargeya nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV(mîlîvolt) e<ref name="OpenStax, Biology"/>. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e<ref name="OpenStax, Biology"/>. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref><ref name="Human biology"/>.
Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên [[Lîpîd|çewrî]] pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>, wekî mînak; proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî [[dijav]] in (bi îngilîzî:''hydrophobe''), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasyumê(K<sup>+</sup>) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan [[nîvdelînbar]] e ( bi îngilîzî:''semi permeable''), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin<ref name="visualizing-human-biology"/>. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî '''cudahiya xestiyê''' (bi îngilîzî:''concentration gradient'' ) tê bi navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji boy iyonên potasyumê(K<sup>+</sup>), ji delînbariya wê ya ji boy sodyumê(Na<sup>+</sup>) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum(K<sup>+</sup>) û klorîn (Cl<sup>-</sup>) ji aliyek parzûnê [[belavbûnî]] dibin ji boy aliyê din, lê sodyuma(Na<sup>+</sup>) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.