Erkê bêhnvedanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnûmaya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
== Cureya cogê îyonan ==
 
Ne yek lê gellek cureyên cogê iyonê heye, ji ber wê yekê hemû cogên iyonan bi hev re vekirî an jî girtî namînin, dibe ko li ser parzûna xaneyê hin cureyên cogên iyonan vekirî bin, lê di heman demê de hinekan jî girtî bin. Di qonaxa erkê bêhnvedanê de cogên potasyumê ya demarexaneyê vekirî, cogên sodyumê jî girtî ne. Loma gava iyonên sodyumê bi pompeya sodyum-potasyumê ber bi derveyê parzûnê tên guhaztin, sodyum(Na<sup>+</sup>) ji boy vegera nav xaneyê rê nabîne û li derve kom dibe. Lê potasyumên(K<sup>+</sup>) nava xaneyê bi navbeynkariya cogên potasyume ji devera xestiya bilind(hundirê xaneyê) ber bi devera xestiya nizm(rûyê derve ya parzûnê) ve belavbûnî dibe. Ev belavbûniya potasyumê(K<sup>+</sup>) heta ko erkê bêhnvedanê ya parzûnê digihîje -70 mîlîvoltê didome. Cogên iyonê ji ber bandora kartêkir an jî ragihandinek vedibin, an jî tên girtin. Wekî mînak; hin cog li gor asta erkê perdeyê vedibin, ango dema bargeya elektrîkî ya navbera herdu aliyê parzûnê digihîje astek taybet, wê gavê coga îyonê vedibe. Ji vê cureya cogê re '''coga jêrdestê voltajê''' tê gotin.(bi îngilîzî:''voltage-gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Hin cogên iyonan jî ji ber hebûna molekulek din vedibin, ango molekulek xwe bi rûyê cogê ve girê dide, paşê coga iyonê vedibe û rê li ber herrika iyonan vedike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Navê van cogan, coga '''coga jêrdestê lîgandê''' ye.(bi îngilîzî ''ligand- gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/>. Hin cogên iyonê jî ji ber hêzek fîzîkî vedibin. Wekî mînak guherîna pestoya hawirdora xaneyê dibe sedema vebûna van cogan. Navê van cogan jî '''coga jêrdestê mekanîkî''' ye (bi îngilîzî: ''mechanically-gated ion channel'')<ref name="visualizing-human-biology"/><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Cogên iyonê ji boy dabînkirina erkê bêhnvedanê û cemsergeriyê kar dikin, lê ji bo berdewamiya cemsergeriyê ango erkê bênvedanê, karê bingehîn ji aliyê pompeyên sodyum -potasyume ve tê birêvebirîn.
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}