Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
çend xalên biçûk hatin serrastkirin
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Çavkanî
Rêz 22:
}}
 
'''Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî''' (''bi rûsî'': Фёдор Миха́йлович Достое́вский, Fёdor Mihajlovič Dosto'evskij) (11ê [[Çiriya paşîn]] a 1821an li [[Moskow]] - 9ê [[Sibat|Sibata]] 1881an<ref>Gotara "[https://www.britannica.com/biography/Fyodor-Dostoyevsky Fyodor Dostoyevsky]" li "''Encyclopædia Britannica"yê''</ref>) nivîskarekî [[Rûs|rûsî]] ye. Di wêjevaniya cîhanê de wek kevirekî bingehîn hatiye pejarandin<ref>Scanlan, James Patrick (2002). ''[https://ndpr.nd.edu/news/dostoevsky-the-thinker/ Dostoevsky the Thinker: A Philosophical Study]''. Cornell University Press. ISBN <bdi>978-0-8014-3994-0</bdi>.</ref><ref name=":7">''Merivên Reben'', Dostoyevski, Weşanên Welat, werger: [[Hesenê Metê]], Stockholm l991. ISBN: 91-971254-8-2</ref>.
 
== Jînenîgarî ==
Rêz 33:
Di sala 1843an de xwendingehê xelas dike û dibe efser. Weke avahîzanekî leşkerî heta salekî kar dike, dûre dev jê berdide û dikeve pey xeyalên ramanên xwe<ref name=":2" />. Di binê şevsipiyên havîna Petersburgê de dûr û dirêj digere, asimanên gwînvemirî, sî û reşayiya ku ronahiya şevê li ban û dîwarê kuçan û li qeraxên pirên Petersburgê, li ber çavên wî weke pîrebokan in. Reş û spî tevlihev e. Di wersirên van kuçan de Dostoyevskî li pey tîpên tenê ye, xwe di jiyana wan de nîgar dike. Dostoyevskî van xeyalên xwe yên xortaniyê dûre di '''Şevên Sipî''' de (1848) û di '''Dilekî Tenik''' de dihûne.
[[Wêne:Poor Folk-1.png|çep|thumb|Berga ''Merivên Reben'']]
Hîn di dema xwendekariya xwe de li ser romana xwe ya pêşîn dixebite. Piştî ku ji kar vediqete jî car bi car wê dinivisîne û dinêre ku her car jî xweşiktir dibe. Di rojeke bihara paşîna sala 1845an de '''Merivên Reben''' jê derdixe. Destnivisa wê ji hevalekî xwe yê kevn û efser î bi navê Grîgorovîç re dixwîne. Ev berhema pir bi Grîgorovîç xweş tê, wê şevê destnivisê digire û diçe li ba Nekrasov. Ew û Nekrasov dor bi dor ji hev re bi deng dixwînin û di xwendina rûpela dawîn de hêsir bi çavên herduyan jî dikeve. Berê xwe didine mala Dostoyevskî, wî ji xew radikin, Nekrasov wî hemêz dike, pîrozbayî û serketinê lê dike. Ev yeka bandoreke wiha li Nekrasov dike ku ji vê dilpekiya xwe destnivisa Merivên Reben digire û rasterast berê xwe dide ba rexnegirê wê demê Belînskî. Belînskî dixwine û ji bandora Merivên Reben nafilite. «Gogolekî nû bi ruyê Rûsyayê dikeve.» dibêje û dixwaze tavilê Dostoyevskî bibîne. Lê Belînskî bi pesn û dostaniya xwe, şermokiya Dostoyevskî ji ser radike û Dostoyevskî wê şevê bi sermestî û dilekî xweş vedigere malê. Li rojnivîska xwe dinivisîne ku ji bextiyartirîn demên jiyana wî yek jî ev dema ha bûye<ref name=":7" />.
 
Belînskî û kesên li dor ateîzma wi, kêfxweş dibin ku ji bo tekoşîna wan hevalekî din peyda bû<ref name=":2" />. Lê dûre bi derketina berhema wî ya Wekhev (1846) dide xuyakirin ku Dostoyevskî li ser vatiniya huner bi awakî din difikire û bi xwe jî merivekî humanîst e. Hiş û aqilê wî li ser duduliya meriv, di navbeyna rastî û fantaziyê de bi êşeke giran diqepije. Lê pesnên ku Belînskî li ser Merivên Reben ji bo Dostoyevskî dabû, têra wî dike ku ew jî beşdarî civînên salonên wêjeyî bibe, pîrozbahî lê bibarin û navûdengê wî were gotin. Tê gotinê ku Dostoyevskî ji vî navûdengê xwe sermest, qure û pozbilind dibe. Di salonan de bêdeng e û hertim mijûlî xwe ye. Lê dema ku dipeyive jî gelekî ji xwe razî ye û dorê nade kesekî. Ev tevgerên wî nerihetiyê li yên dora xwe peyda dike û bi taybetî jî [[Îvan Turgenyev|Turgenyev]], wî wek zimandirêjekî naşiyê salonan bi lêv dike. Ev yeka jî di jiyaneke dûrûdirêj de dibe sedemê nexweşiya di navbera wî û Dostoyevskî de. Piştî gelek salan Dostoyevskî di berhema xwe ya bi navê ''Cinina'' (1871-72) de, bi niviskar û lehengê xwe î Karmazînov portra Tûrgenyev wek pozbilindekî serjinik nîgar dîke<ref>Moss, Walter G. (2002). ''[https://books.google.com.ua/books?id=PS3_6phMOS0C&printsec=frontcover&dq=russia+in+the+age+of+alexander+II&redir_esc=y&hl=ku#v=onepage&q=baden%20baden%20turgenev&f=false Russia in the Age of Alexander II, Tolstoy and Dostoevsky]''. Anthem Press. pp. 128–33. ISBN <bdi>978-0-85728-763-2</bdi>.</ref>.
Rêz 47:
 
=== Sirgûnî li Omskê ===
Di şilî û şepeliya zivistanê de heta mehekê bi taxûkê riya Omskê dikutin. Dema xwe digihînin zîndana Omskê, ne karmend û ne jî zîndaniyên vir kesek rû nade van girtiyên nû. Di destê de diavêjine zîndanê û derî li ser wan tê girtin. Dostoyevskî li ser pêjnên xwe yên wê demê wiha dibêje: «Mîna ku ez bi saxî keti bim gorê...»<ref name=":7" />
[[Wêne:Дом-музей Достоевского 2014 7.jpg|çep|thumb|Muzexaneya Dostoyevskiyî li Omskê]]
Zîndaniyên li vir, gundiyên nezan û naşî ne. Dostoyevskî û hevalên wî jî xwende, zana û ji malmezinan in. Ev jî dibe sedem ku di navbera wan de nakokî derkeve. Nakokîyeke gundîtî û naşîyane. Li ser vê yekê Dostoyevskî di namyeke xwe de ji birayê xwe re wiha dinivisîne: «Ku dest bide, ew ê me bixwin. Ne gengaz e ku em xwe li hemberî wan biparêzin. Şev û ro em di nav hev de ne û her tim jî ji me re wiha dibêjin: Hûn malmezin in. Ma we hindik em dan çokirinê. Hûn jî berê wiha bûn û we neheqî li xelkê dikirin. Lê aniha hûn ji me hemûyan jî nizmtir in.»<ref name=":3" />
 
Sal û demên pêşîn di vê zîndanê de ji bo Dostoyevskî dijwar e. Nexweşiya bawesîrê û kêmbûna zêde ya kîloyan siheta wî xera dike<ref name=":4">Sekirin, Peter, ed. (1997). [https://books.google.com.ua/books?id=EExUdTF7iLYC&redir_esc=y ''The Dostoevsky Archive: Firsthand Accounts of the Novelist from Contemporaries' Memoirs and Rare Periodicals, Most Translated Into English for the First Time, with a Detailed Lifetime Chronology and Annotated Bibliography''.] McFarland. ISBN <bdi>978-0-7864-0264-9</bdi>.</ref>. Her wiha ji bo ku bi zîndaniyan re danûstandinên xwe dayne, nêzîkî wan be û xwe jî mirovekî wekî wan bide naskirinê, çi ji destê wî tê dike. Lê nabe, zîndanî her jê sar in û jê dûr disekinin. Lê sala dawîn ji bo wî parîkî rihetir derbas dibe. Bi kêmanî îcaza xwendina hinek pirtûkan didine wî. Di sala 1854an de, ji rojan rojeke zivistana navîn Dostoyevskî ji zîndanê tê berdan. Sibê zû li hemû selulên zîndanê digere ku xatir ji hevalên xwe bixwaze. Li ser wê gava derketina xwe jî wiha dibêje: «Gelekan destên xwe î hişk û qertûşî dirêjî min kirin. Lê bi rastî jî yên ku destên xwe bi dostanî dirêjî min kirin, gelek kêm bûn. Ji wan gelekan dizanîbûn ku ez ê êdî bibim yekî ji wan ciyê. Dizanîbûn ku li bajêr nasên min hene û dema ji vir derkevim, ez ê biçim ba wan efendiyan û bi wan re weke wan rûnim. Ev yeka ha dizanîbûn û dema xatir ji min dixwestin, bi tevgereke wiha bûn, mîna ku ez efendiyek bim û ne hevalekî wan.»<ref name=":7" /><ref name=":0" />
 
==== Evîndariya pêşî====
Rêz 63:
 
==== Evîndariya duyem====
Evîneke nû bi Dostoyevskî ve xuya dibe. Bi navê Appolinarya Suslovayê keçeke ciwan û xwendekar, li Petersburgê şevekê beşdarî civînekê dibe ku li wir Dostoyevskî çêlî bîranînên xwe yên zîndanê dike. Li wir xwîna Suslovayê li Dostoyevskî dikele, dilê wê dikeve vî mêrikê ku bîst salan jê mezintir û pêwendiyên wan germ dibe. Lê gelek nabihure dilsarî li Suslovayê peyda dibe. Bi hev re biryara dûrgeşteke Ewrûpayê digirin. Lê Dostoyevskî di wê wexta diyarkirî de nikane bi Suslovayê re biçe. Dema ku Dostoyevskî tê Parîsê, Suslova pê dide zanîn ku ew dildarê yekî Amerîkalatînî bûye. Dostoyevskî gelekî ji Suslovayê hez dike û evîndarê wê bûye<ref name=":7" />. Li ber wê digere ku ew ji nû ve pêwendiyên xwe xweş bikin. Lê Suslova her tim neheqiyê lê dike û wî piçûk dixîne. Û Dostoyevskî hîn jî evîndarê wê ye. Dostoyevskî dûre vê keçikê bi navê Polînayê di berhema xwe ya '''Qumarbaz''' (1866) de, bi navê Nastasîya Flîppovnayê di '''Îdîot''' (1869) de û bi navê Grûşenkayê jî di '''Birayên Karamazov''' (1879-80) de dide xuyakirinê<ref name=":0" /><ref name=":5" />.
 
==== Zewaca duyem û mirin====