Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 67:
==== Zewaca duyem û mirin====
[[Wêne:Санкт-Петербург, Тихвинское кладбище, могила Ф.М. Достоевского.JPG|thumb|Gorê Dostoyevskiyî]]
Ji romanên xwe yên mezin Dostoyevskî li ber nivisandina '''Sûc û Ceza'''yê (1866) rûdine û dinivisîne<ref>Frank, Joseph (2009). ''[https://books.google.com.ua/books?id=lp1RpM8o9BQC&redir_esc=y Dostoevsky: A Writer in His Time]''. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-12819-1</ref><ref>Leatherbarrow, William J (2002). ''[https://books.google.com.ua/books?id=4Lf0xf3a6s4C&redir_esc=y The Cambridge Companion to Dostoevskii]''. Cambridge University Press. ISBN <bdi>978-0-521-65473-9</bdi>.</ref>. Di demeke teng û dijwar de ye. Ev dijwarî ji tunebûna peran, nerihetbûna ji deyndaran e. Ji ber destengiya xwe peymanek bi weşangerekî re çêkiriye ku ew ê di wexteke diyarkirî de paknivisa romaneke xwe bide wî. An ne, weşanger ê li ser wan hemû berhemên wî rûne yên ku wî heta niha nivisandiye. Heta mehekê beriya peymana wan Dostoyevskî rêzikek jî nenivisandiye. Dûre bi alîkariya nasekî xwe, ji xwendingeha stenografiyê bi navê Anna Snîtkînayê keçeke jîr û bîstsale banî nivisandinê dikin. Piştî bîst û şeş rojan paknivisa romana Qumarbaz amade dibe. Di dema karê vê berhemê de bala Dostoyevskî her li ser vê keçika jîr û şêrîn e. Dûre pêşniyaza zewacê li wê dike, bersiveke erê digire û piştî du mehan jî bi hev re dizewicin. Her wiha Anna Snîtkîna dibe sermiyan û bermaliya Dostoyevskî. Di salên pey re Dostoyevskî gelek peran di lîstikan de winda
dike, rewşa wan xirab dibe, heta tiştên xwe yên dawîn jî bi girûganî datînin; lê dîsa jî ev jinika ciwan, serastiya rêkûpêkiya malê dike, nêzîkî çardeh salan paknivisa gelek berhemên Dostoyevskî ew bi destê xwe dike, dibe stûna mala wî, dayika zarokên wî û di ber re jî her li ser nexweşiya wî ya epîlepsiyê jî li wî xwedî derdikeve.