Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 60:
Di sala 1858an de daxwaznameyekê ji ciyê pêwîst re bi rê dike ku ji karê leşkeriyê veqete. Di sala 1859an de bersiva vê daxwaznama wî tê ku destûra vegera -wî ya Petersbûrgê tuneye. Lê dikane biçe Tverê. Dostoyevskî li Tverê jî ji Çar û generalan re daxwaznameyên vegera Petersburgê dişîne<ref name=":6" />. Di dawiya dawîn de ev daxwaza wî bi cih tê û di sala 1860an de li Petersbûrgê ye. Bi vegera xwe re tev birayên xwe, bi navê '''Vremya'''yê kovarekê diweşînin<ref>Joseph Frank, Introduction to ''The House of the Dead'' and ''Poor Folk'', Barnes and Noble, 2004</ref>.
[[Wêne:RR5110-0014R 175-летие со дня рождения Ф.М. Достоевского.gif|çep|thumb|2 rûbleyê ku ji bo xatirê salvegera mirinê ya 175. a Dostoyevkiyê hatiye belavkirin]]
Di havîna sala 1862an de Dostoyevskî cara pêşîn derdikeve dûrgeşteke [[Ewrûpa]]yê. Di Almanyayê re derbasî [[Îngilîstan]]ê dibe, li [[Fransa]], [[Swîsre]], [[Îtalya]] û [[Awusturya|Awusturyayê]] digere. Piştî vê dûrgeşta xwe, li ser dîtinên xwe yên li ser entelektuelên rûsan serê Dostoyevskî zelal dibe. Li gor têgêhîştina wî, ew ê ji bo Rûsyayê malxirabiyeke mezin be ku mirov bide ser riya nimûneya welatên Ewrûpayê. Ji ber nivisareke kovara Vremya qedexe dibe. Vê carê jî bi navê '''Epoxayê''' dest bi weşandina kovareke din dikin<ref name=":5" />. Lê ramanên wî, daxwaz û ramanên rewşenbîrên dema wê rojê, rewşa welêt, qedexebûna kovarê<ref>''Introduction to Letters of Fyodor Mikhailovitch Dostoevsky to his Family and Friends'', Macmillan, NY, 1917.</ref> û derxistina vê kovara nû, hemû jî alozî ne. Ji bilî van aloziyan, wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û piştî du mehan jî birayê wî dimire<ref name=":0" /><ref name=":5" />.
 
==== Evîndariya duyem====