Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 55:
==== Evîndariya pêşî====
[[Wêne:Барельеф Ф.М. Достоевского на фасаде дома комендантов.jpg|thumb|Rolyefa ber malê Dostoyevskiyî]]
Derketina Dostoyevskî hîn jî nayê wê wateyê ku ew ê bi her awayî serbest bibe û dest bi nivisandin û weşandina berhemên xwe bike. Li Omskê bi qasî du heftan li ba hevalekî xwe dimîne û dûre wî dişînin Semîpalatînskê garnîzona siwarî<ref name=":0" />. Piştî mirina Çar Nîkola I. (1855) tîrêjên hêviyên azadiyê li Dostoyevskî xuya dibin û bi xêra nas û dostên xwe yên karmend li vir dest bi nivisarên xwe yên edebî dike. '''Xewna Apo''' (1859) û '''Gundê Stepançîkovo û Şêniyên Wir''' (1859) dinivisîne, dişîne Rûsyayê lê çapa van berheman bala kesekî nakêşîne û heta derekê meriv dikane bibêje ku Dostoyevskî ji bîr bûye. Û dîsa li ser notên berhema xwe ya bi navê '''Bîranînên Ji Mala Mirîyan''' (1860-62) kar dike<ref name=":6">Frank, Joseph (1987) [1983]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=K98hhw0IEHgC&redir_esc=y Dostoevsky: The Years of Ordeal, 1850–1859]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01422-7</bdi>.</ref><ref name=":5">Frank, Joseph (1988) [1986]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=QJj6qb6Rh3AC&redir_esc=y Dostoevsky: The Stir of Liberation, 1860–1865]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01452-4</bdi>.</ref>. Û evîna wî ya pêşîn jî li vir dest pê dike. Li vir hevnasiya wî û Mariya Dimîtrîyevna îsayevayê çêdibe. Mariya bîst û şeş salî ye û jina alkolîkekî ye. Piştî ku mêrê Mariyayê dimire, Dostoyevskî pêşniyaza zewacê li wê dike. Lê Mariya pê dide zanîn ku ew evîndarê mamosteyekî ciwan bûye û nikane biryara xwe bide. Bi alîkariya hevalekî xwe î kevn Dostoyevskî apoleta efseriyê digire, rewşa wî ya aborî xweş dibe û vê pêşniyaza xwe ya zewacê ji Mariyayê re dubare dike. Her wiha di sala 1857an de bi Mariyayê re dizewice. Lê bextiyariya ku tê payînê ji wan dûr e. Mariya bi xwe nikane, bi xwî û ramanên xwe yên nexweş, wî dêşîne, diqehirîne û dilê wî dişikênîne. Wekî din jî nexweşiya jana zirav li Mariyayê diyar e û hêdî hêdî gwînvemirî dibe û jar dikeve. Di sala 1864an de jî dimire<ref name=":4" />.
 
=== Vegera wî ya Petersburgê ===
Di sala 1858an de daxwaznameyekê ji ciyê pêwîst re bi rê dike ku ji karê leşkeriyê veqete. Di sala 1859an de bersiva vê daxwaznama wî tê ku destûra vegera -wî ya Petersbûrgê tuneye. Lê dikane biçe Tverê. Dostoyevskî li Tverê jî ji Çar û generalan re daxwaznameyên vegera Petersburgê dişîne<ref name=":6" />. Di dawiya dawîn de ev daxwaza wî bi cih tê û di sala 1860an de li Petersbûrgê ye. Bi vegera xwe re tev birayên xwe, bi navê '''Vremya'''yê kovarekê diweşînin<ref>Joseph Frank, Introduction to ''The House of the Dead'' and ''Poor Folk'', Barnes and Noble, 2004</ref>.
[[Wêne:RR5110-0014R 175-летие со дня рождения Ф.М. Достоевского.gif|çep|thumb|2 rûbleyê ku ji bo xatirê salvegera mirinê ya 175. a Dostoyevkiyê hatiye belavkirin]]
Di havîna sala 1862an de Dostoyevskî cara pêşîn derdikeve dûrgeşteke [[Ewrûpa]]yê. Di Almanyayê re derbasî [[Îngilîstan]]ê dibe, li [[Fransa]], [[Swîsre]], [[Îtalya]] û [[Awusturya|Awusturyayê]] digere. Piştî vê dûrgeşta xwe, li ser dîtinên xwe yên li ser entelektuelên rûsan serê Dostoyevskî zelal dibe. Li gor têgêhîştina wî, ew ê ji bo Rûsyayê malxirabiyeke mezin be ku mirov bide ser riya nimûneya welatên Ewrûpayê. Ji ber nivisareke kovara Vremya qedexe dibe. Vê carê jî bi navê '''Epoxayê''' dest bi weşandina kovareke din dikin<ref name=":5" />. Lê ramanên wî, daxwaz û ramanên rewşenbîrên dema wê rojê, rewşa welêt, qedexebûna kovarê<ref>''Introduction to Letters of Fyodor Mikhailovitch Dostoevsky to his Family and Friends'', Macmillan, NY, 1917.</ref> û derxistina vê kovara nû, hemû jî alozî ne. Ji bilî van aloziyan, wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û piştî du mehan jî birayê wî dimire.
wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û
piştî du mehan jî birayê wî dimire.
 
==== Evîndariya duyem====